Şandeke Alman pesnê ewlehî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, pêşwazî li şandeke payebilind a Herêma Baden-Wurttemberg a Almanyayê kir. Şanda Alman pesnê ewlehî û çanda pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê da û amadehiya herêma xwe ji bo berfirehkirina hevkariyê û veberhênanê di warên çandinî û geştiyariyê de nîşan da.
Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed îro 19ê Cotmehê li Hewlêrê pêşwazî li şandeke Herêma Baden-Wurttemberg a Almanyayê bi serokatiya Wezîrê Dewletê Florian Hassler kir, ku du parlamenter û Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê jî pê re bûn.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe, Rêber Ehmed spasiyên gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî şanda mêvan kir ji ber pêwendiyên dîrokî û hevkariya berdewam a Almanyayê. Herwiha, wî kurte agahî derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên li Rojhilata Navîn de dan.
Di beşeke din a hevdîtinê de, Wezîrê Navxwe bal kişand ser projeyên stratejîk ku Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî, tevî krîzan, karîbû wan cîbicî bike, bi taybetî di warên çareserkirina pirsgirêka kehrebeyê, ava vexwarinê, pêşxistina rê û banan, birêvebirina karûbarên koçber û penaberan, û rûbirûbûna ziwabûnê bi rêya avakirina gelek bendav û golên sûnî.
Ji aliyê xwe ve, şanda Herêma Baden-Württemberg pesnê pêwendiyên di navbera herdu herêman de da û behsa projeyeke herêma xwe kir ku ji bo çareserkirina keç û jinên Kurdên Êzidî yên ku bûne qurbaniyên destê DAIŞê hatiye amadekirin, ligel çend projeyên din ên ku li parêzgeha Dihokê tên cîbicîkirin.
Şanda mêvan kêfxweşiya xwe bi aramî û rewşa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê anî ziman û pesnê çanda taybet a pêkvejiyana olî û neteweyî da, ku ew wek "xaleke zêrîn" a Herêma Kurdistanê binav kirin.
Herwiha, şandê amadehiya xwe nîşan da ku derfetên veberhênanê û hevkariyê di warên çandinî û geştiyariyê de lêkolîn bikin.
Di dawiya hevdîtinê de, şanda Alman bi fermî Wezîrê Navxwe vexwend Herêma Baden-Wurttembergê û amadehiya xwe jî nîşan dan ku ji bo pêşangehên bazirganî, pîşesazî, geştiyarî û çandiniyê, aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê vexwînin herêma xwe.