Fazil Mîranî: Hilbijartinên Iraqê hatine dîzaynkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, hilbijartinên Parlamentoya Iraqê "hatine dîzaynkirin" û yasaya hilbijartinê ne dadwerane ye. Mîranî herwiha tekez kir jî, Iraq welatekî bê serwerî ye û desthilatdarî bi temamî di destê aliyên Şîe de ye.

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî 19ê Cotmehê Fazil Mîranî di hevpeyvîneke ligel bernameya "Basî Roj" a Kurdistan24ê de, helwesta PDKê li ser pêvajoya siyasî û hilbijartinên Iraqê aşkera kir.

"Di yasaya hilbijartinê de dadperwerî nîne"

Mîranî bi tundî yasaya hilbijartinê ya Iraqê rexne kir û got: "Berbijêrek li Hewlêr, Silêmanî yan Dihokê, divê herî kêm 20 hezar dengan bi dest bixe da ku bibe parlamenter, lê li bajarên din ên Iraqê bi 500 heta 2 hezar dengan dibe parlamenter. Ji ber vê yekê, di yasaya hilbijartinê de dadperwerî nîne."

Herwiha got, hilbijartin ji aliyê desthilatdarên Bexdayê ve hatine dîzaynkirin û got: "Aliyên Şîe piranî ne, ji ber ku desthilata yasayî, komîsyon û piraniya parlamentoyê di destê wan de ye. Wan ev yasa wek cilûbergan ji bo xwe dirûtine."

"Iraq dewleteke bê serwerî ye"

Derbarê serweriya Iraqê de, Mîranî got: "Iraq dewleteke bê serwerî ye." Wî sedemên vê yekê wiha rêz kirin: "Iraq nikare ti biryarekê bêyî Îranê bide. Tirkiyeyê beşek ji welat dagir kiriye û nikare biaxive. Nikare Şingalê ji destê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) derxîne. Li gelek navçeyên me ji Ranya, Pênciwên, Biradost heta Çomanê, ne desthilata Kurdî û ne jî ya Iraqî heye, PKK lê serwer e. Ji ber vê yekê ez dibêjim Iraq ne xwedî serweriya siyasî ye û ne jî dikare axa xwe biparêze."

"Desthilatdarî ya Şîeyan e, ne ya dewletê ye"

Berpirsê Desteya Kargêrî ya PDKê amaje pê kir ku destûra Iraqê ya sala 2005an, eger bihata cîbicîkirin, destûreke baş bû, lê niha rewş cuda ye: "Rêveberî li Iraqê, rêveberiya Şîeyan e. Iraq xwedî hikûmet e, lê ne wek dewleteke bi serweriya temam e." Mîranî herwiha got ku nenaskirina Encûmena Federalî di berjewendiya Şîeyan de ye.

Armanca PDKê û çareseriya dawî

Mîranî diyar kir, armanca PDKê ji çûna Bexdayê parastina qewareya Herêma Kurdistanê û mafên gelê Kurdistanê di çarçoveya destûrê de ye.

Derbarê kûrahiya pirsgirêkan de, wî got: "Kûrahiya pirsgirêkên Kurd ji serdema keyaniyê heta îro li Bexdayê ye û çareserî jî her li Bexdayê ye." Lêbelê, wî nêrîna xwe ya dawî jî anî ziman û got: "Min berê ji medyaya Îranê re jî gotiye, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de wê demê çareser dibin, dema em bibin du cîranên baş."

Li ser yekrêziya Kurdan, Mîranî got ku her çend hevahengiya PDK û YNKê wek berê nemabe jî, pêwîst e Kurd ber bi yek rê û yek armancê ve biçin.

 
Fly Erbil Advertisment