Mesrûr Barzanî: Em ji bo parastina mafên xwe diçin Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro 20ê Cotmeha 2025an beşdarî ahenga propagandeyê ya Lîsteya 275an a PDKê li Hewlêrê bû. 

Mesrûr Barzanî gotarek di kernevalê de pêşkêş kir û tê de tekez kir: "Tevî hemû krîzên ku ji bo me hatin çêkirin û hemû pilanên ku li hundir û derve li dijî me gerandin, me bi proje û destkeftan bersiva wan da."

Ev jî deqa temam a gotarê ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Cemawerê têkoşer ê Partiyê

Dilsozên rêbaza Barzanî

Ez gelekî kêfxweş im ku li gel we amade me, ez bi germî bi xêrhatina we hemûyan dikim, bi xêr hatin ser seran û ser çavan. Werin em bi hev re bi germî pêşwaziya berbijêrên xwe jî bikin, gelek bi xêr hatin. Werin em bi hev re xwe ji bo hilbijartineke din û ji bo serkeftineke din a mezin ji bo Lîsteya 275an a Partiya Demokrat a Kurdistanê amade bikin.

Ev hilbijartin ji bo me wekî hemû hilbijartinên din girîng in, ji ber ku vê carê em dixwazin li ser asta Iraqê parastina mafên destûrî yên hemû gelê Iraqê, bi taybetî hemû niştecihên Herêma Kurdistanê bikin. Vê carê ev hilbijartin ji bo wê yekê ye ku berbijêrên we biçin Bexdayê û li wir parastina misogerkirina hemû mafên me yên destûrî bikin. Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku em hemû bi awayekî çalak beşdarî vê hilbijartinê bibin, em hemû biçin ser sindoqên dengdanê, hem xwe û hem jî xizm, dost û nasên xwe hand bidin. Vê carê em herin û nîşanî dost û dijminan bidin ku hêza Partiyê çi ye, ne tenê li Herêma Kurdistanê, lê belê li tevahiya Iraqê.

PDK bêguman li ser asta Kurdistanê, partiya herî mezin û bihêz e, lê em dixwazin îspat bikin ku li ser asta Iraqê jî PDK bihêztirîn partiya siyasî ye ku îro di vê meydana Kurdistan û tevahiya Iraqê de heye. Gelekî girîng e ku em vê carê destkefteke mezin bi dest bixin, da ku dilê dostên xwe şa bikin, û yên ku li êşandina Kurdistanê û dagirkirina Kurdistanê jî difikirin, bizanibin ku heta PDK li vir be, tu hêz nikare li dagirkirina Kurdistanê bifikire.

Bi vê boneyê, ez dixwazim 20ê Cotmehê li hemû welatparêzan, li Pêşmergeyên qehreman, li we yên birêz û xoşewîst pîroz bikim. Îro roja Destana Pirdê ye, li we hemûyan pîroz be. Îro salvegera bibîranîna îradeya me ya neteweyî ye, ku çawa biryara xweragiriyê, biryara parastina maf û rûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê, li hemberî xayîn û dagirkeran bi ser ket. Çawa di wê rojê de me hemûyan bi ruhekî wêrek û Pêşmergeyane ligel xwişk û birayên xwe, ligel Pêşmergeyên xwe yên qehreman sekinîn, divê îro jî em careke din, vê carê bi dengê xwe, li gel van xwişk û birayên xwe bisekinin da ku em vî şerî bibin serî û ew li Bexdayê parastina mafên me bikin.

Xwişk û birayên hêja:

Girîng e ku em beşdarî van hilbijartinan bibin, ji ber ku ez careke din dubare dikim, eger em beşdarî wê dengdanê nebin, dê kesên din li şûna me deng bidin û eger PDK li cihekî nebe, mirov piştrast nîne ku tu aliyekî din hebe ku wek Partiyê bikaribe parastina mafên gelê Kurdistanê bike.
Em beşdarî nivîsandina destûrê bûn û baweriya me wisa bû ku dê her xalek ji destûrê wekî xwe were cîbicîkirin, lê mixabin mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hatin binpêkirin û gelek ji wan aliyên ku me digot dê piştgirî û alîkariya me bikin û bibin hevpeymanên me, bi tu awayî parastina mafên gelê Kurdistanê nekirin. Heta ewên ku li Herêma Kurdistanê bi navê nûnerên rastîn ên gelê Kurdistanê xwestin biçin Bexdayê nûnertiya gelê Kurdistanê bikin, ji bilî PDKê, ti aliyekî din wekî pêwîst parastina mafên we nekir.

Ji ber vê yekê, divê em vê carê biçin Bexdayê, vê carê em ji bo tu kesekî din nahêlin, vê carê em bi xwe diçin parastina mafên xwe dikin û li wir rê nadin ku kesek wek welatiyê pile du li welatiyên Kurdistanê binêre, em ê bibin şirîkên rastîn di vî welatî de. Me qet qebûl nekiriye ku em bibin paşko, ji vir şûn de jî em bi tu awayî qebûl nakin ku bibin paşko. Em qebûl nakin ku kesên din li şûna me biryarê bidin, vê carê em bi xwe biryarê li ser çarenûsa xwe didin, em bi xwe biryarê li ser hemû mafên xwe yên destûrî didin, em ji kesên din re nahêlin. Vê carê nûnerên we, xwişk û birayên we, keç û kurên we diçin Bexdayê û li ser her xalek ji xalên destûrî israr dikin da ku hemû wekî xwe bên cîbicîkirin.

Girîng e ku em vê carê beşdar bibin, ji ber ku me dît berê çi hate kirin. Li ser asta navxwe dijayetiyeke mezin li vê hikûmetê hate kirin. Ev hikûmet berdewamiya hikûmetên serkeftî yên Herêma Kurdistanê bû ku ji aliyê Partiyê ve dihatin birêvebirin. Ji bo ku nehêlin PDK biser bikeve, alî hebûn ku xema wan nebû Kurdistan jî zirarê bibîne, tenê da ku PDK têk biçe. Wan bername datanîn ku çawa vê hikûmetê têk bibin, ji hikûmetê vekişiyan, rê li ber serkeftina projeyan girtin, bi aliyên din re hevpeymanî çêkirin, tenê ji bo ku rê li ber PDKê bigirin. Ew amade bûn ku hemû mafên Kurdistanê jî bên binpêkirin. PDK vê carê bi ti awayî qebûl nake ku tu mafekî gelê Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve were binpêkirin.

Lê xwişk û birayên hêja, divê hûn vê yekê jî bizanibin, divê hûn bi xwe serbilind bin, ji ber ku dost û dijmin dema li Kurdistanê dinêrin, li PDKê dinêrin, dizanin ku eger PDK biser bikeve, Kurdistan dê biser bikeve. Eger Xwedê neke PDK têk biçe, ew wisa difikirin ku dikarin Kurdistanê têk bibin. Ev yek belgeya herî mezin e, şanaziya herî mezin e ji bo her partiyekî ku niha navê partîbûnê û Kurdistanîbûnê bûye hevwateya hev.

Birêzan,

We nehişt pilanên wan biser bikevin. Dema me berê got "hûn nikarin", ji ber ku me dizanî hêza we bi me re ye, pişt û penaha vê partiyê hûn in. Hûn dikarin PDKê biser bixînin, hûn dikarin rê li ber pilanên dijminan bigirin, hûn dikarin ji dijminan û hemû neyarên Kurd û Kurdistanê û neyarên PDKê re bibêjin ku "hûn nikarin me rawestînin".

Li ser asta Iraqê jî, gelek rêgirî hatin kirin. Rê li ber serxistina projeyên me li Kurdistanê, li pêşketina Kurdistanê û li binpêkirina mafên me yên destûrî hate girtin. Me dît di wê demê de çi ji destê wan hat kirin, ji ber ku çavê wan bi serkeftinên Kurdistanê ranebû. Wan parlamento hilweşand, biryarên dadgehê li dijî Herêma Kurdistanê derxistin, hinardekirina petrola Kurdistanê rawestandin, budce birîn, mûçe neşandin. Hemû bi wê hêviyê ku bikaribin pêşketina Kurdistanê rawestînin, lê bi piştevaniya Xwedê û bi hêz û îradeya we, wan nekarî û nikarin jî.

Bêguman, heta ku Serok Barzanî rêberê me be, partiya me dê her pêşeng be. Vê carê em ne tenê parastina mafên xwe dikin, vê carê em dixwazin biçin Bexdayê, daxwaza mafê her takekesekî Iraqê bi hemû pêkhate û olên xwe ve bikin. Em dixwazin li Parlamentoya Iraqê vê pirsê ji desthilatdaran bikin, em bibêjin: "We budceya Kurdistanê neşand, we xwest rê li me bigirin, we xwest statuya Herêma Kurdistanê biçûk bikin, ji tevahiya dahata Iraqê we tenê %5 ji dahatê ji Herêma Kurdistanê re şand, lê li aliyê din we ji gelê Iraqê re digot ku dahata Iraqê diçe Kurdistanê."

Birêzan,

Çend roj berê min di bernameyeke televîzyonê de dît ku bername li parêzgehên din ên Iraqê hebûn, li parêzgeha Wasit, li bajarê Kût, an li Musenna, li Samerra, li Necef, li Besra, li Bexda, li Enbar, li Mûsil, li Kerkûkê, li hemû bajarên din ên Iraqê ku niha hikûmeta federalî desthilatdariyê lê dike. Me debara jiyana wan jî dît. Gelo ew pereyê ku we ji me re neşand, we çima li wan deran xerc nekir? Tiştê ku me dîtiye wêranî ye, gel ji hemû wan xizmetguzariyên ku divê welatiyekî vî welatî hebe, bêpar e. Ne dibistan, ne ava vexwarinê, ne rê û ban, ne xizmetguzarî. Ev gel li tevahiya Iraqê bêpar e. Vê carê nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistanê diçin Bexdayê da ku şer ji bo mafê her takekesekî Iraqê jî bikin. Vê carê divê em biçin Bexdayê da ku êdî mûçe bi keyfa vî û wî neyê birîn, ev mafekî asayî û yasayî yê vî gelî ye, kes xêrê li me nake. Her destkefteke me li Kurdistanê hebe, di pêşketinê de, di projeyan de, di mafên me yên destûrî de, hemû berhema keda, têkoşîn û qurbaniya gelê me ye. Da ku kes wisa nefikire ku xêr li me kirine.

Wan gelek hewl da ku di warê pêwendiyên dîplomatîk de Herêmê dorpêç bikin, di warê aramî û ewlehiyê de ji me re pirsgirêkan çêbikin, lê dîsa jî bi îradeya pola ya gelê Kurdistanê, bi wê piştgirî û baweriya ku gelê Kurdistanê bi PDKê û hikûmeta xwe hebû, ti yek ji van rêgiriyan nekarî karwana pêşketinê li Herêma Kurdistanê rawestîne. Niha, şikir ji Xwedê re, pêwendiyên me yên dîplomatîk ên herî baş li ser asta navneteweyî hene. Bi zêdeyî ji Xwedê be, bi saya Pêşmergeyên me yên qehreman, bi saya hêzên me yên asayîş û ewlehiyê, Kurdistan parastî ye û heta ku Pêşmerge hebe, heta ku hêzên dilsoz ên vî welatî hebin, dê Kurdistan her parastî bimîne.

Birêzan,

Tevî hemû krîzên ku ji bo me hatin çêkirin, hemû ew bernameyên ku li hundir û derve li dijî me pilan gerandin, me bi projeyan bersiva wan da, me bi destkeftan bersiva wan da. Bi serxistina wan projeyên ku yek li pey yekê, hûn bi xwe şahid in, me bersiva hemû wan dijminan da. Ji ber vê yekê ez dixwazim amaje bi wan destkeftan bikim ku destkeftên we ne û mafê we ye ku hûn pê serbilind bin:

- Li hemberî wê yekê ku budceya me birîn û mûçe ji me re neşandin, me hewl da ku kehrebeya 24 saetî ya niştimanî ji bo tevahiya Kurdistanê dabîn bikin. Şikir ji Xwedê re, niha navendên bajarên mezin xwedî kehrebeya 24 saetî ya niştimanî ne û di sala 2026an de dê tevahiya Kurdistanê bibe xwedî kehrebeya 24 saetî. Ji bilî vê, (Projeya Ronakî) Kurdistanê ronî dike, herwiha bûye alîkar di paqijkirina jîngeha Kurdistanê de, bûye alîkar ji bo hêsankirina jiyana welatiyan, ji bo baştirkirina karê bazirganan û ji bo kêmkirina lêçûnên welatiyan. Ev proje ketiye xizmeta hemû welatiyên Kurdistanê û her kesê ku serdana Kurdistanê bike.

- Projeya avê; me berê pêşbînî dikir ku bandora bêbaranî û hişkesalî dê li ser Kurdistanê hebe, me gelek bendav û golên sûnî ava kirin. Ev hemû alîkar in da ku ava Kurdistanê pûç neçe, ava bîrên bin erdê êdî ziyan nebîne, jîngeha me parastî be, û di heman demê de da ku bajarên me bigihîjin ava paqij û xwerû. Projeya herî mezin li ser asta Iraqê li vir li bajarê Hewlêrê hate çêkirin ku gihandina lezgîn a avê bû ji bo bajarê Hewlêrê. Ew projeya gihandina avê yek ji destkeftên herî mezin ên vê hikûmetê ye. Niha gelek projeyên hevbeş hene; li Çemçemalê, me biryar daye ji bo Silêmaniyê, li Akrêyê, li her cihekî ku pêwîstî bi gihandina xizmetguzariyê ji welatiyan re hebe, PDK amade ye û ew hikûmeta ku Partî jî bi rê ve dibe, dikeve xizmeta hemû welatiyan.

- Me şoreşek di çêkirina rê û banan de da destpêkirin. We duh û pêr, hefteya borî û meha borî dît, proje li pey projeyê tên vekirin. Ev hemû destkeftên we ne, destkeftên hikûmeta we ne, destkeftên wê baweriya ku we daye hikûmeta xwe ne. Hûn xwediyê wan destkeftan in, hikûmet tenê cîbicîkar e. Ew projeyên ku hatine encamdan, hemû ketine xizmeta welatiyan, rêjeya bûyerên nexwestî li ser rê û banan kêm bûye. Ev hemû destkeft in ku xelkên din xewna wan dibînin.

Birêzan,

Ez ji we daxwaz dikim ku em li ser pêşerojê bifikirin ka em dikarin çi zêdetir bikin. Lê bila ez behsa projeyan bikim, projeyeke din ku ji bo me gelekî girîng bû û guhertineke mezin di binesaziya aborî ya Kurdistanê de çêdike, bername an jî projeya (Hêjmara Min) bû. Da ku her welatiyekî vî welatî, wekî welatên pêşketî, mafê wî hebe ku bibe xwediyê hesabê xwe yê bankê bêyî ku mineta kesî li ser be. Eger fermanber be, bikaribe mûçeyê xwe rasterast di demek diyarkirî de ji hesabê xwe yê bankê werbigire. Ev tiştek e ku tevî hemû dijayetî û rêgiriyên ku li hemberî serkeftina vê projeyê hatin kirin, me karî bi ser bixînin. Niha bi zêdeyî ji Xwedê be, proje ber bi dawîbûnê ve diçe û gelekî serkeftî ye û ketiye xizmeta hemû welatiyan.

Xwişk û birayên hêja,

Mimkun e ez gelek behsa hemû projeyan bikim, lê min çend mînak ji we re destnîşan kirin. Me gelek nexweşxaneyên nû ava kirine, gelek nexweşxaneyên kevin hatine nûjenkirin. Derbarê dermanan de, berê nexweş hebûn ku ji kalîteya dermanên ku bikar dianîn piştrast nebûn, lê bi wê bernameya reformê ya ku me di sektora tenduristiyê de pêk anî, niha em hemû ji kalîteya dermanên ku em bikar tînin piştrast in. Asta sektora tenduristiyê li Kurdistanê niha gihîştiye radeyekê ku ji derdora Kurdistanê jî berê xwe didin vir.

Dibistanên me, zanîngehên me, niha di asteke baş de ne. Armanca me gelekî zêdetir e ku hê baştir jî bibin, lê ez dikarim bi piştrastî bibêjim ku di warê xwendina elektronîk û online de, Kurdistan li Rojhilata Navîn yek ji cihên herî pêşketî ye di warê xwendin û xwendina bilind de. Em dixwazin asta xwe gelekî bilindtir bikin, em dixwazin asta xwendinê li zanîngeh û dibistanên xwe, di sektora giştî û taybet de, ber bi asteke gelekî bilindtir ve bibin. Ji ber vê yekê me gavên din jî avêtine da ku em bikaribin asta xwendina welatê xwe wekî welatên pêşketî yên cîhanê bikin.

Bi zêdeyî ji Xwedê be, ewlehî û aramî li Herêma Kurdistanê bê mînak e. Em dibînin li Rojhilata Navîn çi diqewime. Niha cîhê herî aram, bi zêdeyî ji Xwedê be, Xwedê her tim piştgirê me be, bi dilsoziya we ya xoşewîst, yek ji cihên herî aram ên Rojhilata Navîn e. Divê hûn bi vê yekê serbilind bin, serbilind bin ji ber ku fikra tundrewiyê li Kurdistanê cih nagire, bi pêkvejiyanê serbilind bin, bi wê çanda xwe ya bedew ku hûn xwediyê wê ne, serbilind bin.

Baweriya me bi mafê wekheviya hemû çîn û tebeqeyan heye, bi mafê hemû ol û ayînan heye, bi mafê hemû neteweyan heye. Ji ber vê yekê Kurdistan niha bûye penagehek ji bo hemû wan kesên ku ji destê tundrewiyê, ji destê bêkariyê û ji destê bêxizmetguzariyê direvin. Ew penaberî Herêma Kurdistanê dibin û we hemêza xwe ji wan re vekiriye, mafê we ye ku hûn bi xwe serbilind bin.

Lê bila em vê jî ji bîr nekin, li hemberî van hemû destkeftan, li hemberî van hemû hewl û keda ku hûn didin û em di xizmeta we de ne, kesên din hene ku hîn jî bername û pilanan datînin, soz didin hev ku çawa statuya Kurdistanê hilweşînin, çawa li dijî Herêma Kurdistanê pilanan bigerînin. Bêguman nikarin, lê peyva "nikarin" bi tenê têrê nake. Divê em hemû amade bin ku li hemberî wan pilanan bisekinin, divê em hemû piştgiriya wan xwişk û birayên xwe bikin, da ku wan bişînin Bexdayê, li wir rê li wan bigirin, li wir ji wan re bibêjin ku "hûn nikarin".

Me ji bo azadî, serxwebûn û avakirina Kurdistanê gelek qurbanî dane. Eger niha li ser wê yekê tê fikirîn ku Bexda yan hikûmeta federalî, têgeha federalîzmê nehêle û ber bi hikûmet û desthilatdariyeke navendî ve biçe, eger Bexda ber bi dîktatoriyê ve biçe, divê em li hemberî wan bisekinin, divê em rê li wan bigirin û em ji wan re bibêjin ku êdî Bexda nikare vegere serdema dîktatoriyê.

Hûn li şûna tevahiya Iraqê, divê parastina demokrasiyê bikin, parastina mafên gelê Iraqê bikin, parastina azadiyê bikin, parastina federalîzmê bikin, parastina destkeftan bikin. Li şûna tariyê, berê xwe bidin pêşerojeke ronî. Hûn dikarin vê yekê bikin û hûn dikarin hêz û moralê bidin xelkên din jî. Ji ber vê yekê pêwîst e Partî li Bexdayê be, da ku xelkên din jî bi me re li dijî hemû tariyê, li dijî hemû zordaran, li dijî hemû binpêkeran bisekinin, û em ji wan re bibêjin ku êdî em qebûl nakin di Iraqeke ku ber bi dîktatorî û navendîparêziyê ve diçe de bijîn.
Me gelek behsa rabirdûyê kir, lê xewnên me yên mezin ji bo pêşerojê hene. Tiştên ku me kirine, me tevî hemû astengî û krîzan kirine. Gelo eger desthilata me li Bexdayê bihêz be, eger destûr wekî xwe were cîbicîkirin û eger mafên me yên destûrî hemû wekî xwe bên cîbicîkirin, çi dibe? Eger Şingal, Mexmûr û Kerkûk vegerin ser hemêza Kurdistanê? Eger her takekesek di vî welatî de bi hebûna xwe hîs bike, bi wekhevî û dadperweriyê hîs bike? Bifikirin wê demê divê jiyana me çawa be. Ev ew xewn e ku em dixwazin bikin rastî.

Em dixwazin Kurdistan di serdemeke zêrîn de bijî, em dixwazin xwendekarên me êdî berê xwe nedin derve, em dixwazin xwendekar baweriya xwe bi pêşeroja xwe hebe. Derfeta kar ji bo her welatiyekî bi awayekî wekhev hebe. Em dixwazin bijîşkên me berê xwe nedin derve û li nexweşxaneyên derve li kar negerin, em dixwazin li vir nexweşxaneyên me pêşwaziyê li bijîşk û nojdarên me bikin û yên li derve jî vegerin. Em dixwazin cotkarên me êdî berhemên xwe li ser cadeyan nerijînin. Tiştê ku me xwestiye, me kiriye. Ji ber ku niha, tiştê ku tê kirin, hemû ew soz bûn ku me bi cih anîn. Niha cotkarên me berhemên wan ji aliyê hikûmetê ve tên wergirtin û berhemên wan ber bi welatên din ve tên hinardekirin. Min duh û di gelek boneyên din de serdana festîvalan kir û ez dibînim ka dilê cotkarên me çiqas şa ye ku niha berhemên wan gelekî tên xwestin û dikarin bifroşin.

Em dixwazin yasa serwer be, em dixwazin her kes bi hebûna xwe hîs bike, em naxwazin kes di bêhêvîtiyê de bijî. Ew hêzên ku dixwazin bêhêvîtiyê biafirînin, divê li hemberî wan, hûn behsa hêviyê bikin, behsa hêvî û baweriyê bikin, behsa pêşerojeke geştir ji bo vî welatî bikin. Em dikarin vê yekê bikin, ji ber ku me kiriye.

Xewnên me yên mezin ji bo ciwanên me hene, bernameyên me yên mezin hene ji bo ku em alîkariya her kesekî di vî welatî de bikin ku heza wî ji kar hebe, heza wî ji pêşketinê hebe, heza wî ji afirîneriyê hebe, heza wî ji serkeftinê hebe. Ji ber vê yekê ez careke din dibêjim, em hemû bi hev re dikarin Kurdistanê ber bi pêşeroj û paşerojeke geştir ve bibin.

Xwişk û birayên hêja,

Ez naxwazim zêde wextê we bigirim, tenê dixwazim di dawiyê de vê ji we re bibêjim ku dirûşma PDKê (Hevparî, Hevsengî, Lihevkirin) tê wê wateyê ku em dixwazin di biryardanê de bibin welatiyên hevpar, lihevkirin û hevsengî di desthilatê de hebe, di hemû biryaran de her kes beşdar be û li hemberî yasayê wekhev be. Em dixwazin parastina mafê her welatiyekî di vî welatî de bikin û em bawer dikin ku Iraqeke bextewar, serkeftî û pêşketî, bêguman Kurdistan dikare jê zêdetir sûd werbigire.

Di dawiyê de, ez dixwazim ji we yên birêz û xoşewîst re bibêjim; xwendekar, ciwan, jin, ciwanên rêbaza Barzanî, dilsozên welat, hûn hêz, îrade, bawerî, moral û şiyana vî gelî ne û bi we û bi hev re em dikarin her xewneke xwe bikin rastî.

Spas ji we re, spas ji bo amadebûna we, her serkeftî bin. Lîsteya 275an înşallah dê serkeftî be. Em li benda dengê we ne, em li benda serkeftina van xwişk û birayan in, em li benda serkeftina herî mezin in ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê.

Gelek gelek bi xêr hatin ser seran û ser çavan.

 

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment