Fazil Mîranî: Em dixwazin bi hêzeke nû biçin Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, ew dixwazin "bi hêzeke nû vegerin Bexdayê" û tekez kir ku "pêşeng û hêza ajoker a Kurdan li Bexda û her cihekî din, PDK û Serok Barzanî ne."

Fazil Mîranî îro 20ê Cotmehê ji rojnamevanan re amaje bi bingeha destûra Iraqê kir û got: "Bingeha destûra Iraqê, Iraqeke yekgirtî ya federal e. Tişta girîng ew e ku em dixwazin bi çi şêwazî xwe ji bo proseya demokrasî û hilbijartinê amade bikin, bi çi şêwazî berbijêrên xwe bi ser bixînin û bi çi şêwazî bi hêzeke nû biçin Bexdayê."

Mîranî derbarê rola partiya xwe de jî wiha axivî: "Rêza me ji bo aliyên din heye ku hevparên me ne û partiyên Kurdistanî ne, lê pêşeng û hêza ajoker a Kurdan li Bexda û her cihekî din, Partiya Demokrat a Kurdistanê û Serok Barzanî ne."

Fazil Mîranî roja Yekşemê, 19ê Cotmeha 2025an, di bernameya "Basî Roj" a Kurdistan24ê de, daxuyaniyên tund dabûn û gotibû ku hilbijartinên Iraqê "hatine dîzaynkirin" û Iraq "xwedî serweriya biryara siyasî û axê nîne". Herwiha amaje pê kiribû ku "desthilatdarî li Iraqê, desthilatdariya Şîeyan e û bêyî Îranê nikare biryara xwe ya siyasî bide."

 

 

 
Fly Erbil Advertisment