Serok Barzanî: Hîn jî çanda navendîparêziyê li Bexdayê serwer e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di civîneke ligel rewşenbîr, nivîskar û hunermendan de ragihand, hîn jî çanda hikûmeta navendî li ser hizra li Bexdayê serwer e. Serok Barzanî hêviya xwe anî ziman ku hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê bibe sedem ku Iraq bikeve ser "rêya rast" û tekez kir, "Êşa nanbirîna gelê Kurdistanê ji ya Enfal û kîmyabaranê kêmtir nebû."

Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê 20ê Cotmeha 2025an, li bajarê Hewlêrê ligel hejmarek mamostayên zanîngehê, nivîskar, rojnamevan, wêjevan, hunermend û werzişvanên Kurdistanê civiya.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Barzanî di civînê de gotarek pêşkêş kir û behsa rewşa heyî û hilbijartinên xula şeşem a Encûmena Nûneran a Iraqê kir. Serok Barzanî got: "Hilbijartin proseke demokratîk e û divê gel bi xwe biryarê li ser çarenûsa xwe bide û bi awayekî azad nûnerên xwe hilbijêre."

Serok Barzanî destnîşan kir ku ji bo wan hilbijartin meseleyeke prensîbê ye û bi bîr xist ku yekem car wî di Adara 1991an de li Koyeyê daxwaza hilbijartinê kiriye.

"Em bi nêteke pak çûn Bexdayê, lê çanda navendî serwer e"

Serok Barzanî behsa qonaxa piştî 2003an kir û got: "Piştî 2003an, em bi îradeyeke bihêz û nêteke gelekî pak çûn Bexdayê da ku Iraqeke nû were avakirin û me hemû hewlên xwe dan heta em gihîştin destûra 2005an." Herwiha da zanîn ku her çend ev destûr hemû daxwazên wan pêk neyne jî, destûreke baş e û got, "Eger ev destûr bihata cîbicîkirin, gelek ji van pirsgirêkan rû nedidan."

Lêbelê, Serok Barzanî rexne li helwesta Bexdayê girt û wiha domand: "Mixabin tiştê me dîtî, hê jî çanda hikûmeta navendî li ser hizra li Bexdayê serwer e. Em ji destûrê kêmtir tiştekî qebûl nakin."

Serok Barzanî hêvî xwest ku ev hilbijartin bibe sedem ku Iraq bikeve ser rêya rast û li gorî destûrê were tevgerîn. Derbarê xebat, qurbanîdan û destkeftên Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî ragihand: "Ji bo destkeftên Herêmê kesî minet li me nekiriye û kes jî nikare minetê li ser me bike. Ev berhemê xwîna şehîdan e, berhemê hêsrên dayikên şehîdan e, berhemê keda vî miletî ye."

"Nanbirîn ne kêmtirî Enfalê bû"

Derbarê birîna budce û mûçeyê xelkê Kurdistanê de, Serok Barzanî bi gotinên tund axivî: "Li cem min û li cem her Kurdekî dilsoz û her kesê ku piçek wijdan hebe, êşa nanbirîna gelê Kurdistanê ji ya Enfal û kîmyabaranê kêmtir nebû."

Bang li rewşenbîran: "Şerê çanda bêhêvîtiyê bikin"

Serok Barzanî di beşeke din a gotara xwe de, bang li rewşenbîr û kesayetên amade kir û got: "Çawa ku Pêşmerge terorîstên DAIŞê têk şikandin, divê hûn jî bi pênûs û hizrên xwe şerê wê çanda biyanî bikin ku hewl dide li Kurdistanê belav bibe, da ku takekesê Kurd baweriya xwe bi xwe neyne û hezkirin û girêdana ciwanan bi welatê xwe re nemîne. Divê em hemû li hemberî vê pilanê bisekinin."

Pêkanîna hikûmetê û banga ji bo kampanyayeke aram

Di dawiyê de, Serok Barzanî behsa pêşketinên Kurdistanê di warên avedanî, perwerde, kehrebe û avakirina bendavan de kir. Derbarê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê de jî, wî got ku divê encamên hilbijartinan li ber çavan werin girtin û her aliyek li gorî mafê xwe yê hilbijartinê post werbigire. Herwiha hêviya xwe anî ziman ku berî hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê were pêkanîn.

Serok Barzanî daxwaz kir jî, kampanyaya propagandeya hilbijartinan bi aramî û dûrî tundûtûjiyê birêve biçe.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment