Mesrûr Barzanî: Pêwîst e hinardekirina petrolê rê li ber derxistina yasaya petrol û gazê veke

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Cotmeha 2025an pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî amade bû, ji bilî tekezkirina li ser pêşxistina pêwendiyên dualî, pêşhat û geşedanên dawî yên rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên ji bo hilbijartinên Encûmena Nûneran hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Tirkiyeyê pîrozbahî li Serokwezîr kir ji ber serkeftina proje û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sektorên cuda de. Bi taybetî jî amaje bi "Projeya Ronakî", projeyên parastina jîngehê û "Kembera Kesk" û dabînkirin û gihandina xizmetguzariyên avê kir.

Di beşeke din a gotûbêjan de, behsa peymana sêalî ya ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hat kirin. Herdu alî hevnêrîn bûn ku pêwîst e ev peyman bibe rêxweşker ji bo derxistina yasaya petrol û gazê di xula bê ya Encûmena Nûneran a Iraqê de.

 
 
Fly Erbil Advertisment