Bahçelî: PKK hilweşiya ye û Îmraliyê soza xwe bicih anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, di civîna heftane ya partiya xwe de got: "PKK hilweşiya ye û Îmraliyê soza xwe bicih aniye." Bahçelî herwiha bang kir ku hemû pêkhateyên din ên rêxistinê çekên xwe deynin û tekezî li ser "biratiya Tirk û Kurdan" kir.

Devlet Bahçelî îro 21ê Cotmehê di axaftina xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de diyar kir ku "mekanîzmayeke pîlangêriyê" heye ku ji bo têkdan û jinavbirina destpêşxeriyên proseya "Tirkiyeya Bêteror" hatiye dariştin û tê geşkirin. 

Herwiha Bahçelî got: "Ew daxuyanî û tometên ku neteweya Tirk dikin armanc, derbeyek e li keşûhewaya aştî, aramî û biratiyê."

Di beşeke din a axaftina xwe de, Bahçelî got: "PKK hilweşiya ye, Îmraliyê gotina xwe bi cih anî. Niha dora hemû pêkhateyên wê rêxistinê ye ku çekên xwe deynin."

Serokê MHPê herwiha tekezî li ser pêwîstiya "biratiya Tirk û Kurdan" kir û got ku divê ew "dest di dest, dil bi dil" hev hembêz bikin. Bahçelî wiha domand: "Birayên me yên Kurd di damezrandina Komara Tirkiyeyê de roleke bingehîn û girîng lîstine; bêguman ti carî nehatine paşguhxistin. Yê ku Kurdan paşguh bike, gel paşguh dike."

Bahçelî di dawiyê de amaje bi "Komîsyona Lihevhatina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê" ya ku li parlamentoyê hatiye damezrandin kir û got ku armanca wan bi vê proseyê parastina yekîtiya dewlet û gelê Tirkiyeyê ye.

 

 
Fly Erbil Advertisment