Mesrûr Barzanî: Divê em kesên dikarin mafên Kurd û Iraqiyan biparêzin bişînin Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî li Zaxoyê, ahenga kampanyaya hilbijartinan a lîsta 275ê ya PDKê tê lidarxistin.

Cîgirê PDKê Mesrûr Barzanî di nav ahenga kampanyaya lîsta 275ê ya PDKê de li Zaxoyê got: "Hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê ji bo me pir girîng in ji ber ku pêştir hin kesan ku nûnerîtiya Herêma Kurdistanê Encûmena Nûnerên Iraqê dikir wekî pêdivî mafên giştî û mafên darayî yên gelê Herêma Kurdistanê neparastin.

Mesrûr Barzanî herwesa got: “Vê carê divê em wan kesan bişînin Encpemna Nûnerên Iraqê yên ku dikarin mafên hemî gelê Kurdistanê û Iraqê biparêzin, ji ber hindê girîng e em hemî vêkra biçin ser sindoqên dengdanê û lîsta 275ê ya PDKê bi ser bixin.”

Amaje jî da: “Şîretên Cenabê Serokî ji bo me ew in ku em di astekê bilind da kampanyaya hilvijartinan bikin. Em xwe naînin rêza xelkekî ku dijîtiya PDKê dike an jî bi xêra PDKê û li ser hisaba dijîtiya PDKê bi salan berdewam bûne.”

Daxwaz jî kir: “Me divêt asta PDKê û Rêbaza Barzanî bi rêzdarî ji bo xelkê Kurdistanê û heta nehezên xwe jî bi zimanekê aram ewlehî û tenahiya Kurdistanê biparêzin û van hilvijartinan bi awayekî pêşkeftî û zanistî bi rê ve bibin. Daxwaza me ji we hemiyan ew e ku hûn ne bi qîrî û hawaran lê bi dengê xwe ji bo hemî cîhanê îsbat bikin ku PDK  li ser asta Herêma Kurdistanê niha mezintirîn û serkeftîtirîn partî ye.”

Tekez jî kir: “Her cihê ku PDK lê nebe, plan li dijî Herêma Kurdistanê tên kirin. Lê her cihê ku PDK lê be, dijmin qet nekarîne li beranberî gelê PDKê bisekinin, lewma hebûna PDKê li Bexdayê pir girîng e.”

Herwesa got: “Berî niha me hemiyan hev nasî û hevdu ceriband. Destkeftiyên PDKê diyar in, xebat û qurbanîdana PDKê diyar e, xwîna şehîdên me li hemî parên Kurdistanê hatiye rêtin, Pêşmergeyên me li hemî cihan xebat kiriye û qurbanî dane.”

Herwesa ragihand: “Dema ku pêdivîtî bi berevaniyê û şeran bûye, em li singê şeran bûne. dema ku pêdivîtî bi avedaniyê jî bûye, dîsa PDK li Kurdistanê serkêşa karwanê avedaniyê bûye. niha em pêdivî piştevaniya we û dengên we ne. ji bo ku em bibêjin xelkî ku PDK ne tenê li beranberî dijminan zîrek e, belkî di warê avedankirina Kurdistanê de jî tu hêzek nîne ku li pêş PDKê be.”

Ron jî kir: “Ew xizmet û xebata ku PDKê ji bo xelkê Kurdistanê bê ferq û cudahî kirî bi xwe şahida gotinên me ye, lewma eger xelkê dî sozan bide we ku dê çi ji bo we bike, hewce nake em tu sozan bidin xelkê, tenê divê em berê wan bidin van salên borî ka PDKê ji bo xelkê Kurdistanê çi kiriye û hemî proje û destkeftiyan ji bo wan bi rêz bikin, ku ew hemî jî destkeftinê we bûne, yên partiya we bûne, yên wê baweriyê bûne ya we daye hikûmeta xwe.”

Tekez jî kir: “PDKê hemî deman destkeftiyên mezin ji bo xelkê Kurdistanê hebûne û PDK bi qurbaniyên xwe serbilind e. PDKê tu caran xizmet nekiriye minet. Xizmet erk e û em dê li ser bicihanîna erkê xwe berdewam bin û em dê xizmeta miletê xwe bikin.”

Herwesa got: “Heke PDK çend li ser xismetkirinê berdewam bûbe, gelek plan jî hebûne ku rêyê li me bigirin. Rêyê li wê çendê bigirin ku xizmeta vî xelkî neyê kirin, avedanî neyê kirin. Li ser asta navxwe û asta Iraqê plan hatine gêran û hevpeymanî hatine çêkirin ku, rêyê li pêşkeftina PDKê  bigirin. DPK riha Kurdistanê ye. Ew kesê ku li bernaberî PDKê radiweste, divê baş tê bigehe ku miletê Kurdistan tev dê li beranberî wan nehezan raweste.”

Tekez jî kir: “Hêza PDKê hêza xelkê Kurdistanê ye, hêza xwîna şehîdên me ye, hêza Pêşmergeyên qehreman e, hêza we ye û hêza ciwan û xortên me ye. PDK tiştek nîne ku ji xelkê Kurdistanê cuda be. Dost û dijmin jî vê yekê baş dizanin ku, PDK yanî Kurdistan û Kurdsitan jî yanî PDK e.”

Eşkere jî kir: “Dema ku xelkê Kurdistanê bername dadinan ku xizmeta xelkê Kurdistanê bike û Mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi cih bîne, plan û bername hebûn ka çawa budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê bên birîn, bername hebûn ka çawa rê li pêşkeftinên Kurdistanê bê girtin, bername hebûn ka çawa Herêma Kurdistanê tûşî arêşe û pirsgirêkên ewlehiyê bibe û bername hebûn ka çawa Herêma Kurdistanê bê biçûkkirin. Ev bername heta niha jî berdewam in, lê bi hêz û îradeya xelkê Kurdistanê bernameyên wan bi ser nekeftine û bi ser nakevin jî, ji ber ku Xudê bi me re ye û hûn jî bi me re ne.”

 
Fly Erbil Advertisment