Hatîmogûllari bang li desthilatê kir: Ji bo çareseriyê pêngavên cidî bavêjin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di civîna koma partiya xwe ya heftane de li Parlamentoyê axivî û bang li desthilatê kir ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd, pêngavên cidî biavêje. Hatîmogûllari destnîşan kir ku Tirkiye ji bo çareseriyê li pêşiya "derfeteke dîrokî" ye.

Di axaftina xwe de, Hatîmogûllari serdana Serokê Parlamentoyê ya Diyarbekirê û bikaranîna zimanê Kurdî wek gaveke "gelek girîng" bi nav kir û pirsî: "Gelo vê destpêşxeriyê ti zirar gihand zimanê Tirkî? Gelo welat parçe bû? Na, berevajî vê, bi vê pêngavê civak û demokrasî bi ser dikevin. Yên ku siyasetê li ser nijadperestiyê dikin jî têk diçin."

"Divê desthilat bikeve qonaxa pêngavên cidî"

Hatîmogûllari bal kişand ser girîngiya avêtina gavên şênber û wiha pê de çû: "Yên ku van gavan naxwazin, her paşketinek di pêvajoyê de wêrek dike ku li dijî pêvajoyê derkevin, lewma erk û berpirsiyariya her kesî diyar e. Pêwîst e ku desthilatdarî û dewlet bikevin qonaxeke pêngavên cidî ku bi reformên yasayî dest pê bikin û bi lez tedbîrên ku baweriyê ava dikin, werbigirin."

"Derfeteke Dîrokî ye"

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê tekez kir, avakirina komîsyoneke ji bo danîna çarçoveyeke yasayî ya pêvajoya aştiyê dê baweriyê xurt bike û rê li ber serkeftinê veke. Hatîmogûllari got: "Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêkeke sed salî û bidawîkirina şer û pevçûnên 50 salî li ber derfeteke dîrokî ye, ji ber vê yekê divê ji bo vê pêvajoyê kar bê kirin."

 

 
Fly Erbil Advertisment