Serok Barzanî pêşwaziya şandeka bilind a leşkerî û ewlehiyê ya Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya şandeka bilind a leşkerî û ewlehiyê ya Iraqê kir û pê re îhtîmala serhildana DAIŞê û metirsî û îhtîmalên rewşa piştî vekişîna Hevpeymanan ji Iraqê nîqaş kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 21ê Cotmeha 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Generalê Iraqê Lîwa Ferîqê Yekê Ebdilemîr Reşîd Yarila û şanda pê re kir, ku ji hejmareka piledarên bilind ên leşkerî û ewlehiyê yên Iraqê pêk dihat.
Li gorî ragihandina Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de behsa têkiliyên di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de li deverên sînorî yên di navbera Iraq û Sûriyeyê de bi taybetî û hevahengî û hevfêmkirinên di navbera herdu aliyan de ji bo parastina ewlehiya Iraqê bi giştî û deverên sînorî bi taybetî hat kirin.
Wan li ser hevkarî û hevahengiyên hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ji bo artêşa Iraqê û hêzên Pêşmergeyan, têkiliyên leşkerî yên di navbera Iraq û Amerîkayê de di çarçoveya peymana ewlehiyê ya dualî de, gefên serhildana terorê û rewşa ewlehiyê ya Sûriyeyê û sînorên wê yên bi Iraqê re nîqaş kirin.
Her di wê civînê de behsa îhtîmala vejîna DAIŞê jî hat kirin, ku hîn jî li ser ewlehî û tenahiya deverê gefeka mezin e. Di vî warî de, pêdivîtiya berdewamiya alîkariyên Hevpeymanan ji bo artêşa Iraqê û Pêşmergeyan û xurtkirina alîkariyên hevpar ên di navbera Pêşmergeyan û artêşa Iraqê de girîng hatin hesibandin.
Bidawîhatina erkê Hevpeymanan di Îlona sala bê de û metirsî û îhtîmalên rewşa piştî wê qonaxê jî mijarên tewerekê din a wê hevdîtinên bûn.
