Nêçîrvan Barzanî û Thomas Barrack: Divê pirsgirêkên deverê bi diyalogê bên çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack di peywendiyeka telefonî de tekez kir ku, pirsgirêkên deverê dikarin bi diyalog û hevfêmkirinê bên çareserkirin.
Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro (Sêşem, 21ê Cotmeha 2025ê) bi rêya telefonê bi Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack re axift.
Herdu aliyan di wê peywendiya telefonî de rewşa Sûriyeyê û pêşketinên dawiyê yên deverê nîqaş kirin. Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, herdu alî hevnerîn bûn ku, divê pirsgirêkên deverê bi rêya diyalog û hevfêmkirinê bên çareserkirin.
Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: “Thomas Barrack spasî û rêzên xwe ji bo rola Nêçîrvan Barzanî û hevkarî û alîkariyên wî bi Şamê re ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan li Sûriyeyê tekez kirin û daxwaza berdewamiya rola wî ya erênî jê kir.”