Mesrûr Barzanî: Xelkê Iraqê ji PDKê dixwaze li Parlamentoya Iraqê mafên wan biparêze

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, ahenga kampanyaya hilbijartinan a lîsta 275ê ya PDKê li Zaxoyê tê lidarxistin.

Cîgirê PDKê Mesrûr Barzanî di nav ahenga kampanyaya lîsta 275ê ya PDKê de li Zaxoyê got: “Me gelek destkeftiyên mezin ji bo hemî deverên Kurdistanê hebûne, yek ji wan jî projeya Ronakiyê bû ji bo ronkirina Kurdistanê, ku berî çend rojan testa elektrîkê 24 saetî li Zaxoyê jî hatiye kirin û serkeftî bû. Navenda Zaxoyê jî dê li dawiya vê mehê bibe xwediya elektrîkê 24 saetî û heta dawiya salê derdora Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê jî dê bibe xwediya elektrîkê 24 saetî.”

Mesrûr Barzanî tekez jî kir: “Dema em behsa xizmetkirinê dikin, tu minet tê de nîne û heqê we ye. We hind xizmet û xebat kiriye ku divê em bi şev û roj xizmeta we bikin. Erkê me ye û tu minet tê de nîne.”

Amaje jî da: “Ez gelek caran hatime Zaxoyê û her car jî şîreta cenabê Serokî ew bû ku divê xizmeta xelkê qehreman û têkoşerê Zaxoyê bê kirin. Me jî bi erk xizmeta Zaxoyê kiriye. Ez spasiya we dikim, ji bo wê baweriya we daye me û we rê daye me ku em xizmeta we bikin. Herwesa ez spasiya beroirsên Zaxoyê jî dikim ku bi erkê xwe rabûne û xizmeta we kiriye.”

Herwesa got: “Em îro Zaxoyê dibînin; berî çend salan li kî derê bû û niha li kî derê ye. Ev hemî jî destkeftiyên wê baweriyê ne ya we daye me û we rê daye me ku em xizmeta Zaxoyê bikin.”

Eşkere jî kir: “Berî çend salan 60% ya cadeyên nav Zaxoyê hêşta ax bûn, niha tên qîrkirin. Kornîşê Zaxoyê wesa bû ku xelk nedişiya biçit wê derê, niha yek ji xweşiktirînên kornîşên hemî Iraqê ye. Gelek xizmet ji bo Zaxoyê hatine kirin ku belkî gelek berçav nebin, lê kornîş gelek diyar e. Gelek xizmetên dî jî ji bo derdora Zaxoyê, rêyên Zaxoyê û nahiye û qezayên derdora Zaxoyê jî hatine kirin û çi ji wê xizmetê kêmtir nînin yak u li kornîşê Zaxoyê hatiye kirin.”

Tekez jî kir ku ew dê li ser xizmet û avedankirina Zaxoyê û hemî Kurdistanê berdewam bin û got: “Niha Zaxo bûye cihekê balkêş. Xelk ji hemî Kurdistanê û Iraqê û heta gelek caran ji cihên din ên cîhanê jî tên Zaxoyê.” Herwesa ragihand: “Me bernameyên gelek baştir û pêşkeftîtir hene û em dê Zaxoyê derbazî qonaxeka baştir bikin.”

Amaje jî da: “Xelkê Zaxoyê Pêşmergeyên qehreman in û herwesa hunermendên gelek jêhatî jî ne. Zaxo cihê pêşxistina huner û çanda Kurdistanê ye, lewma em dê girîngiyeka zêdetir bidin aliyê hunerî û çandî li Zaxoyê û Kurdistanê hemiyê.”

Herwesa amaje da: “Ciwanên me yên Zaxoyê jî werzişvanên gelek bihêz in. berî çendekê me dît ku Yaneya Zaxoyê serkeftinên mezin bi dest xistin. Wekî ez dizanim wan sibe jî yariyek li Behreynê heye, em li vê derê piştevaniya ji bo wan diyar dikin û em hêvîdar in serkeftî bin. Îşela ew dê serkeftinên gelek mezintir bi dest bixin û navê Kurdistanê dê ji bo pêşxistina werzişê biçe ser nexşeya cîhanê.”

Tekez jî kir: “Dema ku me biryar da xizmeta Kurdistanê bikin, biryaran me ew bû ku em bê ferq û cudahî xizmeta hemî Kurdistanê bikin û tu dever û gund û bajar neyên ji bîr kirin. Her deverekê taybetmendiya xwe heye. Divê xizmeta hemî cihan bê kirin û taybetmendiyên wan jî li ber çavan bên wergirtin. Em serbilind in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser asta hemî Kurdistanê xizmetkarî pêşkêş kirine. Ev ji bo xelkê Kurdistanê bûye serbilindî û ji bo wan nehezên ku çavên bi Kurdistanê ranabin bûye kulek.”

Eşkere jî kir: “Çavên gelek aliyan bi Herêma Kurdistanê ranabin û sozê didin ku divê qewareya Herêma Kurdistanê bê hilweşandin û rê li pêşkeftina Kurdistanê bê girtin ji ber gendeliya wan rêyê nade wan ku xizmeta xelkê xwe bikin. Li vê derê peyama me ji bo hemî xelkê Iraqê ye; dema ku terorîstên DAIŞê êrîş kiriye ser Iraqê, deeriyên malên Kurdistanê ji bo xûşk û birayên me yên Ereb û Tirkmen û Xiristiyan û yên din vekirî bûne. Deriyên Kurdistanê herdem vekirî bûne û em dê berdewam bin û em dê nîşa hemî dinyayê bidin ku merdînî û mêraniya Kurdistanê û malên Kurdistanê û çanda Kurdistanê û baweriya me bi pêkvejiyanê û rêbaza PDKê û Barzanî çend mukom e.”

Amaje jî da: “Em dê berdewam xizmeta hemî xelkê Iraqê bikin. Vê carê xelkê Iraqê ne tenê hatiye ku li vê derê bi tenahî bijî, vê gavê daxwaza hemî xelkê Iraqê ew e ku PDK li Encûmena Nûnerên Iraqê bergiriyê ji mafên wan bike.”

 
Fly Erbil Advertisment