Şanda Îmaratê serdana Keleha Hewlêrê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: "Me li Keleha Hewlêrê pêşwaziya şanda Îmaratên Yekgirtî yên Erebî kir.”
Wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî îro (Sêşem, 21ê Cotmeha 2025ê) êvarê li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand: “Me li Keleha Hewlêrê pêşwaziya şandeka Îmaratên Yekgirtî yên Erebî kir, ku Alîkarê Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran ji bo Lihevguhertina Ezmûn û Kêbirkêyan Ebdila Nasir Lutah serokatiya wê dikir.
Sasan Ewnî herwesa got: “Şanda Îmaratê ji bo pêşxistina têkiliyên aborî û tevlîbûna di forumeke aborî de, ku dê li Herêma Kurdistanê bê lidarxistin, serdana bajarê Hewlêrê kiriye.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî her îro (Sêşem, 21ê Cotmeha 2025ê) ragihandinek weşand û tê de amaje da: “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeka dewleta Îmaratê kir, ku Alîkarê Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran ji bo Lihevguhertina Ezmûn û Kêbirkêyan Ebdila Nasir Lutah serokatiya wê dikir.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: “Di dema danûstandinan de, tekez li ser xurtkirina alîkariyê di navbera herdu aliyan de hat kirin û zêdetirî 30 pêşengiyan ragihandin, bi wergirtina feydeyî ji şarezahiyên Îmaratê di warên sîstema birêvebirinê û baştirkirina asta hikûmetê de, ku dê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê daşbordeka navendî dabîn bike da ku çavdêriya pêşketinan di hemî wezaretan de bike û herwesa dê biryardanê baştir û berpirsyarîtiyê jî bihêztir bike.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da: “Pêşengiya kodnivîsên Kurdistanê jî hat ragihandin, ku armanca wê perwerdekirina 30 hezar ciwanan di warê kodnivîsîn, jîriya destçêkirî û şarezahiya dîjîtalî de ye, ku dê şiyanên nifşê bê yê dahêner û xwedankar li Kurdistanê xurttir bike.”
