Serokwezîr Mesrûr Barzanî Otela Dîrokî ya Hacerî li Sersingê vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Comehê Otela Hacerî ya li geştyargeha Sersingê ya ser bi qezaya Amêdiyê vekir.

Tê payîn ku ev proje bibe piştgiriyeke mezin ji bo bihêzkirina aboriya navçeyê û geşepêdana sektora geştyariyê. Otêl li ser rûberekî 15 hezar metrekare hatiye avakirin û xwedî kapasîteya pêşwazîkirina nêzîkî 150 mêvanan e.

Otela Hacerî yek ji otelên herî kevn û dîrokî yên deverê ye. Bingeha wê di sala 1946'an de hatiye danîn û di sala 1951'ê de cara yekem bi fermî ji bo geştyaran hatibû vekirin. Bi vekirina wê ya îro, ev wargehê geştyarî yê dîrokî bi şêweyekî nûjen dikeve xizmeta welatî û geştyaran.

 
Fly Erbil Advertisment