Serok Barzanî û Şêx Şemer Hemîdî tekezî li ser hevahengiya aliyên siyasî yên Iraqê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha Barzanî belav kir, Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Cotmehê pêşwazî li Şêx Şemer Hemîdî el-Yawer kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û ya navçeyê bi giştî hatin nirxandin.

Herwiha, di civînê de tekezî li ser girîngiya pêwendî û hevahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de hate kirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment