Komîsyona Hilbijartinan pesnê bangeşeya Herêma Kurdistanê da

Navenda Nûçeyan (K24) - Bangeşeya hilbijartinên Encûmena Nûnerên li Herêma Kurdistanê bi awayekî aştiyane û bê tundûtûjî tê meşandin. Berpirsên Komîsyona Iraqê pesnê vê pêvajoyê didin û wê bi parêzgehên din ên Iraqê re didin ber hev, ku bi sedan gilî lê hatine kirin.

Birêvebirê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê Merwan Mihemed ragihand: “Heta niha 42 binpêkirin li parêzgeha Hewlêrê hatine tomarkirin; lê piştî ku hatine haydarkirin, ew binpêkirin tavilê hatine rakirin. Wêne û reklam jî ji deverên qedexekirî hatine komkirin.” Herwesa got: “40 haydarî ji kandîd û aliyên siyasî yên li bazineya Hewlêrê re hatine şandin.”

Ji ber danîna wêneyan li cihên bêdestûr, doz tenê li ser pênc kandîdan hatine vekirin û cezayê pereyan lê hatiye birîn. Komîsyonê ron kir ku, yek ji cezayan ji bo binpêkirinên kandîdan û aliyên siyasî cezayê pereyan e, ên girêdayî wan giliyên ku wêne û reklam li cihên bêdestûr têne danîne.

Serokê Desteya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê Neberd Omer di Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê de ragihand ku, tu binpêkirineka wesa negihîştiye wan û aliyên siyasî di van hilbijartinan de bi awayekê pir serdem bangeşeya xwe dikin.

Neberd Omer amaje jî da: “Danberheviyek di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û yên Iraqê de di warê tomarkirina giliyên qanûnî de cudahiyeka mezin nîşan dide. Zêdetirî 350 giliyan li başûr û navenda Iraqê hatine tomarkirin, lê tenê pênc gilî li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin. Li gorî parêzgehên din ên Iraqê, Komîsyon pesnê bangeşekerên Herêma Kurdistanê dide.”

Navbirî tekez jî kir: “Ew rêkarên qanûnî yên ku şaredarî û birêvebiriyên bajaran li dijî kandîdan bi cih tînin, wekî binpêkirin ji hêla komîsyonê ve nayên tomarkirin, lê bikaranîna dezgehên û timbêlên hikûmetê, cihên olî û heqaret ji hêla komîsyonê ve wekî binpêkirin tên hesibandin.”

Biryar e ku hilbijartinên giştî yên Encûmena Nûnerên Îraqê li roja 11.11.2025ê bên kirin. Li gorî Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, 7 hezar û 926 kesan li seranserî Iraqê xwe kandîd kiriye û ji bo kursiyên Encûmena Nûnerên Îraqê pêşbaziyê dikin.

Li hemî Iraqê tevî Herêma Kurdistanê jî, 21 milyon û 404 hezar û 291 welatiyan mafê dengdanê heye, ku 20 milyon û 63 hezar û 773 kes dê tevlî hilbijartinên giştî bibin û 1 milyon û 313 hezar û 980 kes jî dê tevlî hilbijartinên taybetî bibin.

38 partiyên siyasî, 31 hevpeymanî û 75 lîstên kitekesî tevlî van hilbijartinan dibin, 7 hezar û 768 kes jî ji herdu zayendan, 5 hezar û 520 mêr û 2 hezar û 248 jin jî dibin kandîd.

 
Fly Erbil Advertisment