Raporteka K24ê li ser kargehên neqanûnî yên Bexdayê rayedarên Iraqî hişyar kirine
Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Kurdistan24ê wekî dezgeheka medyayî bi awayekê profesyonel û li gorî pîvan û standardên medyayî dixebite, berdewam û ji dema damezrandina xwe ve bûye çavkaniyeka bawerê ji bo wergirên xwe li navxweya Herêma Kurdistanê û çavkaniyeka bawerê ji bo derveyê jî, xasma jî ku dezgeh û ajansên nûçeyan û raportên wê li pişkên zimanên biyanî werdigirin û ji nû ve diweşînin.
Pişka Kurdî ya malpera Kurdistan24ê berî çend rojan raporteka şirovekarî li ser hejmara kargehên neqanûnî yên Bexdaya paytexta Iraqê weşand, ku hejmara wan nêzîkî hezar kargehên neqanûnî û bêdestûrî ne; ew yek jî eşkere kiribû ku ev kargeh ji hêla kesên bihêz ve tên xwedîkirin û heta Hikûmeta Iraqê jî destberdayî ye û nekariye tu rêkareka qanûnî li dijî wan bi cih bîne.
Kurmancî24ê di raporteka xwe da bal kêşabû ser wê yekê ku, yek ji sedemên pîsbûna jîngeha Bexdayê hebûna bi sedan kargehên pîşesaziyê ye, ku li gorî amarên herî dawiyê yên Wezareta Jîngehê ya Iraqê, 500 kargehên pîşesaziyê yên navîn û mezin li Bexdayê kar dikin, herwesa 177 kargehên din ên bêdestûrî hene ku hesin dihelînin, û herwesa bi dehan û sedan kargehên din ên neqanûnî hene ji bo şewitandine bermayiyan û qîr parzinandina rûnî û çêkirina kerpoç û pîşesaziyên din ên cuda cuda.
Raporta Kurdistan24ê wekî zengileka haydarkirinê rayedarên Hikûmeta Iraqê hişyar kirine û piştî ku Kurdistan24ê çend vekolîn li ser rastbûna agahiyên belgekirî û piştrastkirî dane destpêkirina, di vî warî dest bi rêkarên xwe kieiye û ji bo vê armancê jî, îro (Pêncşem, 23ê Cotmeha 2025ê) Fermandarê Operasyonên Bexdayê di daxuyaniyekê de got ku, 177 firneyên helandina hesin, 60 kargehên kerpoçan, 30 kargehên helandina qîr û çend pîşesaziyên din hatine daxistin, ku hemî bi awayekê neqanûnî û bê destûrî dixebitîn.
Fermandarê Operasyonên Bexdayê di daxuyaniya xwe de amaje jî da ku, ev kampanya ji bo kêmkirina bandorên neyînî yên pîsbûna jîngeha Bexdayê ye, ku zirareka mezin daye wî bajarî û xweza, jiyan û tenduristiya şêniyên wî. Ew daxuyanî piştrastkirina raporta şirovekarî ya malpera Kurdistan24ê ye, ku tê de tekez kiribû ku hebûna van kargehan zirareka mezin daye jiyana welatiyan û xwezaya wî bajarî.
Malpera Kurdistan24ê di raporta xwe de amaje dabû ku, rêxistinên girêdayî jîngehê û keskkatiyê yên Iraqê Amajeyê didin ku, rêjeya keskkatiyê li Bexdayê tenê 4.5% ye, lê li Herêma Kurdistanê ew rêje 20% ye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bizavê dike ku wê rêjeyê zêde bike, xasma jî ku plana kembera kesk ji bo çandina heft milyon darên zeytûn û fistiqan li Hewlêrê çûye di warê bicihanînê de.
