Li Berwarî Bala Festîvala Berhemên Xwecihî dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Li devera Berwarî Bala ya ser bi navçeya Kanî Masî ya qezaya Amêdiyê ve, îro 24ê Cotmehê Festîvala Berhemên Xwecihî ya Sêyem bi beşdariyeke berfireh dest pê kir.
Festîval dê pênc rojan berdewam bike û tê de berhemên ji her çar parçeyên Kurdistanê, ligel karên destî, çand û hunerê tên nîşandan. Devera Berwarî Bala bi berhemên xwe yên curbicur ên çandiniyê navdar e.
Endamê Komîteya Serperiştiya Festîvalê Rêvîng Hirorî ji K24ê re ragihand, festîval sal bi sal mezin dibe û got: "Di festîvala yekem de 45 konên me hebûn û nêzîkî 3 hezar kesî serdan kir. Sala borî me hejmara konan kir 100 û hejmara serdaneran du qat zêde bû. Îsal zêdetirî 200 konan beşdar bûne."
Hirorî herwiha da zanîn, wan wek Komîteya Serperiştiyar hewl daye ku sektorên geştûguzarî, huner, muzîk, xwarin û çandiniyê bigihînin hev. Herwiha got: "Beşdarên me ji her çar parçeyên Kurdistanê hene. Em pêşbînî dikin ku hejmara serdaneran bigihîje navbera 60 heta 70 hezar kesî. Me ji bo mêvanên ku ji cihên dûr tên, konên ji bo mana bi şev jî dabîn kirine."
Tê payîn ku îsal hejmara serdaneran bigihîje nêzîkî 80 hezar kesî, ji ber ku festîvalê karî ye beşdarvanan ji her çar aliyên Kurdistanê li hev bicivîne û platformekê ji bo nîşandana berhemên xwecihî, karên destî û çanda Kurdewarî ava bike.
