Erdogan civîna bi şandeya DEM Partiyê re piştrast kir: Vê hefteyê em ê bicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, ew ê vê hefteyê ji bo cara sêyem bi Şandeya DEM Partiyê ya ji bo Îmraliyê re bicive.

Erdogan piştî vegera ji geşta xwe ya ji bo welatên Kendavê ji rojnamevanan re axivî û diyar kir, di hevdîtina bi şandeyê re ew ê derfetê bibînin ku li ser pêvajoya heyî biaxivin. Li gorî Erdogan, "pêvajoya Tirkiyeyeke bêteror" dê sûdê bide hemû Tirkiyeyê, hem Tirkan û hem jî Kurdan.

Serokkomarê Tirkiyeyê herwiha dilgiraniya xwe li hember çalakiya hefteya borî ya li Diyarbekirê anî ziman û got, wî "gotinên dûrî ruhê pêvajoya heyî" bihîstine. Erdogan da zanîn ku ew ê vê mijarê bi Şandeya DEM Partiyê re biaxive û wî hêvî nedikir ku DEM Partî çalakiyeke bi vî rengî li dar bixe. Herwiha got: "Erkê me hemûyan e ku em Tirkiyeyeke ku aştî, aramî û biratî tê de serwer be, ava bikin."

Hefteya borî, rêxistinên DEM Partiyê li Diyarbekir çalakiyek bi durişma "Azadî ji Ocalan re" lidar xistibû û di navbera xwepêşander û polîsan de alozî derketibû. Hatibû ragihandin ku 8 ciwan ji ber "diruşmên dijî Tirkiyeyê û piştgiriya ji bo terorê" hatibûn destgîrkirin.

Ev daxuyaniya Erdogan piştî tê tê, duh Serokekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît hevdîtin piştrast kiribû. Koçyîgît diyar kiribû, di şandeyê de Wekîla Serokê  Parlamentoyê Pervîn Bûldan û Parlamenter Mîthat Sancar cih digirin, lê derbarê roja hevdîtinê de agahiyeke zelal nedabû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hevdîtina yekem di 10'ê Nîsanê de, piştî 13 salan pêk hatibû û tê de Sirri Sureyya Onder jî amade bûbû. Hevdîtina duyem jî di 7'ê Tîrmehê de bi beşdariya Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin hatibû kirin.

 
Fly Erbil Advertisment