Li peravên Bodrumê 14 koçberên neyasayî xeniqîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li peravên navçeya Bodrumê ya parêzgeha Muglayê, keleke lastîkî ya ku koçberên neyasayî vediguhastin, binav bû. Di encama bûyerê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 14'an.
Bûyer şeva borî 23'ê Cotmehê li peravên taxa Ortakentê qewimî. Piştî ku agahî gihişt Navenda Banga Lezgîn a 112'an, 3 kelekên Ewlekariya Peravê û Tîma Taybet a Noqavaniyê (SAD) bo herêmê hatin şandin.
Yek ji koçberên ku hat rizgarkirin û xelkê Efxanistanê ye, di îfadeya xwe ya destpêkê de got ku ew bi 18 kesan ji devera Bitezê bi kelekeke lastîkî bi rê ketine. Wî da zanîn ku piştî nêzîkî 10 deqeyan kelekê av girtiye û binav bûye û ew bi xwe piştî 6 saetan melevaniyê gihiştiye bejê.
Li ser vê agahiyê, operasyoneke berfireh a lêgerîn û rizgarkirinê hat destpêkirin. Di encamê de, koçberekî din jî ku xwe gihandibû Girava Çelebî, sax hat dîtin. Bi vê yekê hejmara kesên hatine rizgarkirin bû 2.
Walîtiya Muglayê di daxuyaniyekê de piştrast kir, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji 7'an derketiye 14'an. Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin: "Ji bo dîtina koçberên din ên ku winda ne, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di bin koordîneya Fermandariya Ewlekariya Peravê de bi 4 kelekan, tîmeke taybet a noqavaniyê û helîkopterekê berdewam dikin."
