Ji Urmiyê ber bi Wanê ve: Çîroka koçberiya balindeyan a ji ber hişkesaliyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber hişkesaliya ku Gola Urmiyê bi temamî hişk kiriye, bi hezaran balindeyên koçber ên wek qaz û qulingan, berê xwe dane Gola Erçekê ya li rojhilatê Wanê.
Gola Erçek, ku di asta cîhanê de wek stargeheke girîng a balindeyan tê naskirin, mêvandariya van mêvanên nû dike. Rêzbûna balindeyan li ser golê dîmenên bêhempa diafirîne, bi taybetî di dema hilatin û avabûna rojê de. Li gorî daneyan, li seranserê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 453 cureyên balindeyan hatine tomarkirin, ku zêdetirî nîvê wan li derdora Gola Erçekê dijîn.
Rêveberê Navenda Parastina Ajelên Kûvî Dr. Lokman Aslan vê diyardeyê piştrast dike û dibêje: "Balinde li deverên ewle û cihên ku xwarin lê hebe dimînin. Gola Urmiyê û çend golên din bi temamî ziwa bûne, ji ber vê yekê, balindeyan berê xwe dane deverên Erçek û Wanê."
Lê belê, her çend Gola Erçekê bûye stargeheke nû jî, ew bi xwe di bin gefa hişkesaliyê de ye. Wêneyên satelaytê nîşan didin ku di nava 30 salan de gol zêdetirî 6 kîlometre çargoşe biçûk bûye.
Mamosteyê Kolêja Berhemên Avî ya Zanîngeha Wanê Dr. Mustafa Akkuş hişyariyê dide û dibêje: "Gola Erçekê piştî Gola Wanê duyem gola herî mezin a herêmê ye. Lê hişkesalî û germahiya bilind dibin sedema kêmbûna avê. Sedî sîhê golê kûrahiya wê ketiye bin yek metreyê. Di sala 1995'an de rûberê golê 111 kîlometre çargoşe bû, lê niha daketiye 105 kîlometre çargoşeyan."
Gola Erçekê 1808 metir li rûyê deryayê bilind e û kûrtirîn cihê golê 40 metir e. Li seranserê Tirkiye û bakurê Kurdistanê 453 cure balinde hatine tomarkirin ku zêditirê nîvê van balindeyan li derdora Gola Erçekê dijîn
