Li Diyarbekirê ji ber rewşa keşûhewayê hin geştên asmanî hatin hilweşandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber rewşa nebaş a keşhewayê û mija zêde, asmanê parêzgeha Diyarbekirê bi temamî hat girtin û hin geştên firokexaneyê hatin hilweşandin.
Medyaya Tirkiyeyê ragihand, piştî barîna berfê ya di du rojên borî de, ji sibeha îro Çarşemê 10ê Berçileyê ve, mijeke giran bandor li navenda bajarê Diyarbekirê û derdora wê kiriye.
Hat diyarkirin, ji ber mija zêde, asta dîtinê heta 30 metreyan daketiye. Vê rewşê astengiyên mezin ji bo çûnûhatina şofêr û welatiyan li kolanên nava bajêr û rêyên derveyî bajêr çêkirine. Her ji ber vê mijê, hin geştên asmanî bên rawestandin.
Hişyariya Keşnasiyê
Navenda Keşnasiyê ya Tirkiyeyê derbarê rewşê de pêşbîniyên xwe belav kirin. Li gorî daxuyaniyên, îro heta êvarê dê li Diayrbekirê û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê mij berdewam be.
Herwiha eger heye ku îşev li parêzgeha Şirnexê heta derengiya şevê baran bibare. Sibe Pêncşemê jî dê careke din pêleke mijê bandorê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê û beşek ji Tirkiyeyê bike.