PWK: Divê Neteweyên Yekgirtî dengê 60 milyon Kurdan bibîse û mafên wan biparêze
Navenda Nûçeyan (K24) – Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya 77emîn salvegera pejirandina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir. PWKê rexne li Neteweyên Yekgirtî û dewletên cîhanê girt ku çavên xwe li hember binpêkirina mafên miletê Kurd digirin.
Îro 10ê Berçile, 77emîn salvegera roja pejirandina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan e ku di sala 1948an de li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) hatibû qebûlkirin. Bi vê boneyê, PWKê daxuyaniyek belav kir û bal kişande ser wê yekê ku tevî vê danezanê jî, mafên miletên bê dewlet û bi taybetî Kurdan tên binpêkirin.
Daxuyaniya Buroya Ragehandinê ya PWKê:
Em Bangî Netewên Yekgirtî û Dewleten Cîhanê Dikin ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan Bicîh Bînin
Di roja 10ê çileya pêşîn a 1948an de Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a ji 30 xalan pêkhatî, di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de hate pejirandin û ev roj weke Roja Mafên Mirovan a Cîhanî tê pîrozkirin.
Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan piştî Şerê Duyem ê Cîhanê hate pejirandin ku di we demê de mafên mirovan gelekî dihate binpê kirin.
Piştî rûxandina Nazîzim û faşîzm a ku di dîroka mirovahîyê de rûreşîyeke mezin e, ji bo ku mirovahî careke din tûşî rewşeke weha nebe, Netewên Yekgirtî ev danezana pesind kiribû.
Lê di demeke kurt de, dîyar bu ku wan dewletên ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan qebûl kiribûn, wan bi xwe ev danezana binpê kirine.
Herdu blokên ku piştî şerê duyam ava bibûn, bi taybetî jî di derbarê mafên miletên bê dewlet de, mafên mirovan, mafên miletan paşguh dikirin, lê xwedî dernediketin û çavên xwe ji binpê kirina mafên mirovi û netewî yên miletên bê dewlet re diniqandin.
Piştî ku Sîstema Du Blokî rûxa jî ew neheqîya ku li miletên bê dewlet û li gelên din jî dihate kirin, binpê kirina mafê mirovan jî her berdewam bû.
Îro heger em behsa miletên ku mafên wî yê mirovî û netewî tê binpê kirin bikin, bêyî teredut, emê bibînin ku miletê Kurd di rêza yekem de ye.
Cîhê mixabinî ye ku yekemîn saziya ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan binpê kiriye, pêwîstîyên wê bicîh neanîye û vê danezanê neşopandiye, dîsa Neteweyên Yekgirtî bixwe ye.
Di serî de xuşk û biryên me yên kurdên êzdî, lê hemû miletê Kurd li ber çavên Netewên Yekgirtî, tûşî êrîşên hovane yên DAIŞê bûn. Îro jî li ber çavên Netewên Yekgirtî, miletê Kurd tûşî êrîşan, binpê kirinên mafên mirovî û netewî dibe.
Nuha em dipirsin: Em demên ku berîya îmzekirina vê danezanînê danîn alîyekî, ji 10ê Çileya Pêşîna 1948an û vir de, ji bo zimanê kurdî yê qedexekirî, ji bo wan mafên kurdan yên ku di her 30 xalên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de jî hene, jibo maf û azadiyên neteweyî yên kurdan ên binpêkirî, ji bo komkujî û qirkirinên ku li ser kurdan hatine pêkanîn, ji bo îşkence û zindanîkirinan, ji bo mafên azadiya fikirandin û birêxistinkirinê yên binpêbûyî ên gelê Kurd, Neteweyên Yekgirtî heta nuha çi kiriye?
Em di 77emîn salvegera pejirandina Roja Mafên Mirovan a Cîhanî de bang li Neteweyên Yekgirtî û welatên têkildarî wê û parêzvanên mafên mirovan dikin: "Guh bidin qêrîna mirovî ya miletê Kurd ku ji 60 mîlyonî zêdetir in. Ji bo bicîhanîna mafên mirovî yên bingehîn ên miletê Kurd, ji bo bidestxistina mafên kurdan ên ku di nav Danezana Gerdûnî ya Mefên Mirovan de hatine pênasekirin, em bang li we dikin ku demildest gavan biavêjin’’.
Herweha em bang li dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê dikin ku pêdiviyên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan bicîh bînin.