Serok Barzanî û Cemal Kerbûlî rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Partiya Hel a Iraqî kir û di hevdîtinê de tekezî li ser hevahengiya navbera aliyên siyasî hat kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 10ê Berçileya 2025an pêşwazî li Serokê Partiya Hel (Çareserî) ya Iraqî Cemal Kerbûlî kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî hatin nirxandin. Mijareke sereke ya civînê, gotûbêjkirina qonaxa piştî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê bû.

Herwiha her du aliyan tekezî li ser giringiya hevahengî û karê hevbeş ê di navbera aliyên siyasî de ji bo vê qonaxê kir.