Yekem berfa payîzê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê barî
Navenda Nûçeyan (K24) – Yekem berfa payîzê li parêzgehên Urmiye û Sine û hejmarek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê barî. Saziya Keşnasiyê jî pêşbînî dike ku pêleke berfireh a berfê tevahiya Rojhilat û beşek ji Îranê bigire.
Saziya Keşnasiya Îranê pêşbînî kir, ji îro Çarşemê 10ê Berçileyê ve, li hemû parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û 16 parêzgehên Îranê berfeke zêde bibare. Li gorî pêşbîniyan, bandora vê pêlê dê heta êvara Înê berdewam bike û tê çaverêkirin ku ji roja Şemiyê ve pêleke din a baran û berfê bigihîje herêmê.
Ji sibeha Sêşemê ve, barîna berfê li navçeyên çiyayî yên bakurê parêzgeha Urmiyeyê dest pê kir û nîvro navendên bajarên Urmiye, Şino, Serdeşt, Pîranşar, Mehabad û bi sedan gundên deverê spî bûn. Ev pêl herwiha gihiştiye parêzgeha Sineyê û bajarên wekî Bane, Seqiz, Merîwan û Sewlawayê jî.
Hate zanîn ku îsal yekem berfa payîzê li parêzgeha Urmiyeyê, li gorî sala borî 40 rojan derengtir bariya.
Piştî havîn û payîzeke hişk û bê baran ku bûbû sedema hişkbûna gelek kanî, rûbar û çeman û daketina asta ava bin erdê, xelkê deverê pêşwaziyeke germ li vê berfê kir.
Kemal Nazir ku welatiyekî Şinoyê ye, dibêje: "Piştî çend salên hişkesaliyê, em bi vê berfê gelek dilxweş in. Ev rehmeta Xwedê ye; destpêkê baraneke baş bariya û niha jî ev berf ji me re şand."
Selîm Eskender, welatiyekî din ê heman bajarî diyar kir ku berdewamiya berf û baranê dê bibe sedema zindîbûna kanî û rûbaran û xwezaya Kurdistanê dê pê bibişkive.
Ji ber hişkesaliya salên borî, asta ava bîran û çavkaniyên avê bi awayekî berçav daketibû. Pispor tekez dikin ku berf çavkaniya sereke ya têrkirina embarên ava bin erdê ye û ev barîn dê bandoreke erênî ya mezin li ser zindîbûna kaniyan bike.