Nêçîrvan Barzanî: Pêkvejiyana aştiyane yek ji xweşiktirîn dîmenên Kurdistanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, ahenga bangeşeya hilbijartinan a Lîsta 275ê ya PDKê îro li Şêxanê hat kirin.
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî îro (Şemî, 25ê Cotmeha 2025ê) di merasîma bangeşeya hilbijartinan a lîsta 275ê ya PDKê de li Şêxanê gotarek pêşkêş kir.
Hin ji gotinên Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî:
“Tiştê ku îro min zêdetir dilxweştir dike ew ku em dibînin mamostayên olî yên hersê Êzidî, Misilman û Xiristiyan bi hev re li vê derê rûniştî ne. ev dîmenekê gelek xweşik ê Kurdistanê ye û rengvedana wê ji bo heta hetayê ye û divê ev tişt di vî welatî de bimîne. Ev ew dîmen e ko dilê dostê min xweş û yê neyarên me nexweş dike.”
“Hûn xelkê deverekê ne ku gelek taybetî û girîngiya xwe ji bo Kurdistanê heye. Di şoreşê de jî, bi sedan dastan û qehremaiyên Pêşmergeyan li vê deverê hatine tomarkirin. Şêxan, Baedrê, Zilîkan, Kelekçî, Qesrok û Etrûş hemî warê PDKê ye. Ev warê gelek qehreman û şehîdên e, ku dewlet serê wan îro em li vê derê kom bûne.”
“Lijneya Navçeya Şêxanê di dema şoreşê de yek ji çelengtirîn navçeyên PDKê bû. Li bîra me ye ku, çalakiyên Lijneya Navçeya Şêxanê gelek bûn û qehremaniya Pêşmergeyên devera Şêxanê çi caran ji bîra me naçin. Pêşmergeyên devera Şêxanê bi Êzidî, Misilman û Xiristiyan ve ji bo doza gelê xwe xebat kir. Wan bi hev re hindek ji mezintirîn dastanên şoreşê tomar kirin.”
“Xelkê qehremanê vê deverê, çi Êzidî, çi Misilman û çi jî Xiristiyan Enfalkirin û wêrankirina gundan dîtiye. Berî çend salan jî, PDKê bi têkoşer û xebatkarên xwe yên Kurdistanê û yên vê deverê bi taybetî rê li DAIŞê girt. Wan nehêla DAIŞ pêşve bên û efsaneya wan pûç kir.”
“Xelkê vê deverê baş dizane ka PDKê û qehremanên wê çawa berevanî ji vê deverê û hemî Kurdistanê kir. Niha jî em hin ji wan qehremanan li vê derêdibînin ku em berdewam bi wan serbilind in. îro em li beranberî we bejna xwe ji bo xwîna şehîdên xwe û qehremaniya Pêşmergeyên xwe li vê deverê diçemînin.”
“Gelî hevalan, we bi xwîna xwe û qehremaniya xwe dastanên mezin li vê deverê tomar kirine. Ji bo ku sibe jî careka dî PDK biçe û baştir û bihêztir berevaniyê ji mafên Kurdistanê bike, soza me ew e ku em hemî vêkra biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin lîsta 275ê ya PDKê, lîsta Kurdistaneka bihêz û pêşkeftî.”
“Germatiya we ji bo yek milyon dengan wesa diyar dike herwekî min kêm gotiye. Gelo çima divê PDK bihêz li Bexdayê be? Sedema çi ye? ev pirsyarekê e ku divê bersiva wê hebe. Ji ber ku bihêzbûna PDKê li Bexdayê, bihêzbûna Kurdistanê ye.”
“Garantiya parastina Kurdistanê PDK ye, lewma divê PDK bi hêz biçe Bexdayê. PDK garantiya pêkvejiyanê ye. PDK garantiya avedankirina Kurdistanê ye. PDK garantiya parastina encamên wê xebatê ye ya ku Pêşmerge û xebatkerên me kar li ser kiriye û serê xwe li seer danaye. Divê PDK bihêz ji bo vê pêkvejiyanê li Bexdayê be.”
“Armanca me li Bexdayê çi ye? Em ji bo çi biçin Bexdayê? Me yek armanc heye; armanca me bizihanîna federalîzmê û destûrê Iraqê ye. çima girîng e ku destûr bê bicihanîn? Ji ber ku ev 20 sal in ku bicihneanîna destûrê li vî welatî karesatên mezin ji bo Iraqê çê kirine. Di van 20 salan de, tiştên gelek nexweş li Iraqê çê bûne.”
“Bi dîtina min û baweriya min, ev hilbijartin ji girîngitirînên ku li Iraqê hatine kirin. Em navê wê dikin Qonaxa Bicihanîna Destûrê Iraqê. Ew destûrê ku divê wekî xwe bê bicihanîn. Ev sîstema ku Iraq niha li gel Herêma Kurdistanê bi kar tîne bi temamî sîstemeka navendî ye. Sedema hemî arêşeyên me ew e ku destûr nayê bicihanîn.”
“Em dê vêkra careka dî Kurdistanê ji vê qonaxê derbaz bikin qonaxeka dî ya geştir û avedantir. Gelo kê ew îrade heye ku bi hêz berevaniyê ji Herêma Kurdistanê bike? PDK ku ew tişt pê çê dibe.”
“Bicihneanîna destûrê ne tenê zirarê digihîne Herêma Kurdistanê, bawer bikin nexweşiyên ku li parêzgehên din ên Iraqê hene ji wan nexweşiyan kêmtir nînin ên ku me li Herêma Kurdistanê hene. Lewma dema em behsa bicihanîna destûra Iraqê dikin, me tenê ji bo Herêma Kurdistanê nîne. Me ji bo hemî Iraqê û pêkhateyên wê ye.”
“Heke partiya we li Bexdayê bihêz be, bê goman destûr jî dê bê bicihanîn. Çawa ku di dema şerê DAIŞê de we hemiyan, Pêşmerge û xwebexşan, qesta çeperên pêşiyê yên şerî kir û we berevanî ji vê axê kir, erkê nûnerên me li Bexdayê gelek ji yê wan Pêşmerge û xwebexşan mezintir û bizehmettir e ji ber ku ew dê berevaniyê ji destkeftiyên Herêma Kurdistanê bikin.”
“Hûn xelkê deverekê ne ku nimûneya pêkvejiyana çandî ya aştiyane berçav dikin. Şêxan devereka pêkvejiyanê ye, li vê deverê Êzidiyan cih ji bo çêkirina mizgeftan daye. Lalişa Nûranî jî ku pîroztirîn perestingeha Êzidiyan e li vê deverê ye. Cejn û şahî û behiyên Êzidî û Misilman û Xiristiyanan vêkra tên kirin. ev nimûneya mezin a pêkvejiyanê di dîroka gelê me de tabloyeka nexşandî ye û çi caran nayê jibîrkirin.”
“Ev baweriya pêkvejiyanê di fikir û ramanên PDKê de bingeheke serekî ye û PDK wekî partî dê li ser vê rêyê bimeşe, lewma ez ji ber vê pêkvejiyana we ya li vê deverê hûn PDKyîyên nimre yek in. PDK bi vê çanda we ya pêkvejiyanê serbilind e.”
“Ev çand zengîniyeka mezin e, ji bo Kurdistanê û PDK hêz e. Gotina min ji bo we ev e; bi hemî hêza xwe vê pêkvejiyanê li vê deverê biparêzin.”
