KCK: Em hemî hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sebrî Ok îro (Yekşem, 26ê Cotmeha 2025ê) di konferanseka rojnamevanî de pêngaveka kiryarkî ya nû ya partiya xwe li ser pêvajoya aştiyê ya nû li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ragihand.

Ew konferansa rojnamevanî li quntara Çiyayê Qendîlî bi tevlîbûna 25 çekdaran hat lidarxistin. Tê de hatiye, "Tevî helwestên netemam ên aliyê din, Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadîxwaziya Kurdistanê bi armanca nehêlana hemî xetereyên dijwar ên li pêşiya Kurdan û Tirkiyeyê di bizaveka kiryarkî ya nû de ye, da ku bingeha jiyaneka azad, demokratîk û biratiya sedsala bê bê danîn û pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk derbazî qonaxa duyê bê kirin.”

Herwesa di wê ragihandinê de hatiye, “Di vê çarçoveyê de û li ser bingeha bername û biryarên Kongreya 12ê û Destûra Rêber Abdullah Ocalan me dest bi avêtina pêngavên vekişîna wan hêzên xwe ji Tirkiyeyê kiriye, yên ku di xetereya pevçûnê de ne û ji bo rûdana îhtîmalên nexwestî mimkin ne.”

Li gorî wê ragihandinê, "ew vekişîn dê ji deverên sînorî yên Tirkiyeyê ber bi herêmên parastina medyayê ve bê kirin. Herwesa li wan sengerên deverên sînorî yên îhtîmala pevçûnan û her îhtîmaleka nexwestî li ser heye, rêkarên wekhev û lihevhatî hatin bicihanîn.”

KCK tekez jî kir: "Kiryar dibe nîşandera asta bandora van pêngavên me, lê ev pêngavên me yên kiryarkî careka din bi biryar bûn û helwesta me ya zelal li ser bicîhanîna biryarên Kongreya 12ê îspat dikin."

KCKê bang li dewleta Tirkiyeyê kir ku tavilê qanûnên têkildarî azadiya pêdivî û entegrasyona demokratîk derxîne û got: "Pir eşkere ye ku em pabendî biryarên Kongreya 12ê ne û em bi biryar in ku wan bicîh bînin; lê ji bo bicihanîna wan divê tavilê ew pêngavên qanûnî û siyasî yên wê pêvajoyê bên avêtin ku şertê biryarên kongireya 12ê ya PKKê bûn.”

KCKê herwesa ragihand: “Ji bo vê armancê, divê qanûna veguhêz a li ser PKKê wekî bingeh bê wergirtin û divê qanûnên têkildarî azadiyên pêdivî û entegrasyona demokratîk tavilê bên derxistin, da ku tevlî siyaseta demokratîk bibin."

 
Fly Erbil Advertisment