Hikûmeta Herêma Kurdistanê 40 welatiyên xwe yên girtî ji Lîbyayê vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, 40 welatiyên xwe yên girtî ji Lîbyayê vegerandine Kurdistanê.

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 26ê Cotmeha 2025ê) di ragihandinekê de got: “40 welatiyên Herêma Kurdistanê piştî ku bi awayekî neqanûnî rêya derve dabû ber xwe, li welatê Lîbyayê hatibûn girtin û hevrûşî rêyeka nexweş û dijwar bûbûn.”

Fermangeha Medya û Zanyaran eşkere jî kir: “Li ser erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêkarên pêdivî ji bo vegerandina wan hatin bicihanîn û ew li serê sibeha îro gihîştin Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê.”

Fermangeha navbirî amaje jî da: “Piştî gihîştina wan ji bo Herêma Kurdistanê, tîmên Wezareta Navxwe û Nivîsgeha Têkiliyên Derve û tîmên bijîşkî û alîkariyê bi azadkiriyan re bûn û pişkinînên pêdivî yên bijîşkî jê re hatine kirin.”

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dawiyê jî ragihand: “Piştî temambûna rêkarên piştrastbûna ji silametiya wan, tevaya ciwanên azadkirî ji bo kesûkarên wan hatin vegerandin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê berî niha jî gelek caran ciwanên Kurd, ên ku bi niyeta koçkirina ber bi Ewropayê ve li Lîbyayê û welatên din ên cîhanê asê bûbûn, vegerandine Herêma Kurdistanê û dane destên malbatên wan.

 
Fly Erbil Advertisment