Serokwezîrê Herêma Kurdistanê projeyeka din li Hewlêrê vekir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 26ê Cotmeha 2025ê) saet 15:00 projeyeka çandinî û xwedîkirina caneweran li parêzgeha Hewlêrê vekir.
Ew proje li ser rûberê 357 donimên erdî li bajarê Hewlêrê hatiye çêkirin û gelek warên girîng vedigire, ku bi awayekê berçav dê sektora çandiniyê û ewlehiya xwarinê li Herêma Kurdistanê pêşve bibe.
Taybetmendiyên wê projeyê:
- Şiyanên hewandinê: Ev proje dikare 50 hezar serên caneweran di yek demê de bihewîne û xwedî bike.
- Serbirxaneya Pêşkeftî: Serbirxaneyeka pêşkeftî li ser rûberê heşt doniman heye, ku dikare her rojê du hezar caneweran li gorî standardên navneteweyî û saxlemiyê serjê bike.
- Berbazarkirin û berhemên pîşesaziyê: Ew proje ne tenê ji bo serjêkirinê ye, lê kargehên qudîkkirin û çêkirina berhemên goştî yên wekî hamburger û sosican jî vedigire, ku ji bo berbazarkirina berhemên navxweyî pêngaveka girîng e.
- Cîgira meydana kevin: Bi vekirina vê projeyê re, meydana kevin a canerwerfiroşan namîne û hemî kesên ku karê kirîn û firotina caneweran dikir dê cihekê pêşkeftî û birêkûpêk li wê derê werbigirin.
