Mesrûr Barzanî bo K24ê: Soran dibe cihekê geştiyarî yê pir balkêş
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro serdana xebatên nûjenkirina Havîngeha Geliyê Elî Begê bi dîzayna wê ya nû kir û ji peyamnêrê Kurdistan24ê Teyfûr Mihemed re got: "Em hêvî dikin ku projeya nû ya Geliyê Elî Begê bibe cihekê geştyarî yê cîhanî, ne tenê li Iraq û Herêma Kurdistanê belkî geştiyar ji Rojhilata Navîn û hemî cîhanê jî serdana wê bikin û vê xwezaya xweşik bibînin."
Serokwezîr Barzanî îro 27ê Cotmehê di daxuyaniyekê ji K24ê re, hêviya xwe anî ziman ku projeya nû ya Geliyê Elî Beg ne tenê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê, belkû bibe cihekî geştyarî yê cîhanî ji bo geştyarên ji Rojhilata Navîn û welatên din, da ku karibin sirûşta xweşik û dilkêş a navçeyê bibînin.
Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina projeyên mezin kir ji bo kişandina geştyarên cîhanî, bi taybetî ewên ku dixwazin sirûşta Kurdistanê ji nêz ve bibînin. Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku armanca wan ew e ku xelkê deverê bi xwe jî sûdê ji hatina geştyaran werbigire.
Di berdewamiya axaftina xwe de, Serokê Hikûmetê da zanîn ku masterplana geştyarî ya Geliyê Elî Beg, beşek ji projeyeke gelek mezintir e ku ji destpêka Geliyê Elî Beg dest pê dike û heta Bêxalê û tevahiya navçeyê li xwe digire.
Di dawiyê de Serokwezîr dûpat kir ku devera Soranê, li gorî sirûşta xwe ya cografî ya taybet, dê di pêşerojê de bibe cihekî geştyarî yê gelek balkêş.
