Mesrûr Barzanî Pira Soranê li xelkê wê deverê pîroz kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pira Bilind a Deriyê Soranê vekir û di wê merasîmê de ragihand: “Ez ji welatiyên hêja dixwazim ku, rênimayên Wezareta Navxwe û Birêvebiriya Trafîkê bişopînin û ewlehiya xwe û ya welatiyên xwe li ber çavan werbigirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 27ê Cotmeha 2025ê) Pira Bilind a Deriyê Soranê vekir û di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Ez vekirina Pira Bilind a Soranê li xelkê vê deverê pîroz dikim.”

Mesrûr Barzanî amaje jî da: “Ez ji welatiyên hêja dixwazim ku, rênimayên Wezareta Navxwe û Birêvebiriya Trafîkê bişopînin û ewlehiya xwe û ya welatiyên xwe li ber çavan werbigirin. Wekî her car, daxwazeka min jî heye; jîngehê biparêzin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere jî kir: “Pira Bilind a Soranê bi awayekê pir pêşketî û di astekê bilind de hatiye çêkirin û hejî pesindanê ye. Ez destxsweşiyê li şîrketa bicihanînê dikim.”

Pira Bilind a Deriyê Soranê projeyeka stratejîk e û pira herî bilind a Herêma Kurdistanê ye. Ev proje salekê berî dema wê ya diyarkirî hat temamkirin û dê bikeve ber xizmeta rêwiyên wê deverê.

 
Fly Erbil Advertisment