Mesrûr Barzanî: Em dê hemû bajaran bi cadeyên dualî pêkve girê bidin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana projeya cadeya dualî ya Hola Helkeftinan - Taxa Azadiyê bi rêya 40 Metreyî / qezaya navendî ya Soranê kir û li wê derê ji rojnamevanan re axivî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 27ê Cotmeha 2025ê) serdana projeya cadeya dualî ya Hola Helkeftinan - Taxa Azadiyê bi rêya 40 Metreyî / qezaya navendî ya Soranê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji rojnamevanan re got: “Îro em hatin ku Pira Deriyê Soranê vekin, ku spas ji Xudê re temam bûye. Ev jî (Cadeya dualî ya Hola Helkeftinan - Taxa Azadiyê) pareka din a projeyeka din e ji çêkirina pirekê, ku ev demek e dest pê hatiye kirin û bi îzna Xudê dê di demeka nêzîk de temam bibe. Ev jî hemî dê xizmeta xelkê vê deverê bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir: “Armanca me baştirkirina rewşa vî bajarî û ya vê deverê bi giştî û baştirkirina rêyan e, ji bo ku em zêdetir bala xelkî ji bo vê deverê bikêşin. Ew cihekê geştiyarî ye, cihekê pir balkêş e.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got: “Em dixwazin zêdetir xizmetan pêşkêşî welatiyan bikin, derfetên karî jî ji bo xelkê deverê peyda bikin û wesa bikin ku xelkek hêsantir serdana van deverên xweşik bike.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da: “Em plan dikin ku piraniya bajaran bi cadeyên dualî bi hev re girê bidin, ango em cadeyan fireh bikin û cadeyên çêtir çê bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir: “Ev hemî di bernameya me de heye lê ez naxwazim yek yek behsa wan cihan bikim heta ew temam bibin. Piştî ku ew temam dibin, bi îzna Xudê hûn bi xwe dê bibînin.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment