Serokwezîr Mesrûr Barzanî bang li welatiyan kir: Jîngeha welatê xwe biparêzin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di merasimeke taybet de Pira Bilind a Deriyê Soranê vekir. Di merasimê de, Barzanî gotarek pêşkêş kir û tekezî li ser girîngiya projeyê ji bo pêşxistina jêrxaneya herêmê û ewlehiya welatiyan kir.

Serokwezîr Barzanî îro 27ê Cotmehê di gotara xwe de diyar kir, ev proje beşek ji planên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo pêşxistina torên rê û banan û baştirkirina hatûçûnê.

Mesrûr Barzanî got: "Armanc ew e ku hem geştyar karibin zêdetir serdana vê deverê bikin ku cihekî gelek balkêş e, hem jî xelkê me bikaribe baştir sûdê ji van rê û banan werbigire. Ev proje herwiha ji bo ewlehiya wan bi asteke bilind hatiye çêkirin."

Mesrûr Barzanî destxweşî li kompanyaya cîbicîkar kir û got, "Bi rastî cihê şanaziyê ye," û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bang li welatiyan kir ku pabendî rêgezên hatûçûnê bin û jîngehê biparêzin.

Herwiha got: "Daxwazê ji welatiyên xweşdivî dikim, rênimayiyên Wezareta Navxwe û Hatûçûnê li ber çavan bigirin. Ewlehiya xwe û welatiyên din li ber çav bigirin. Weke her car, daxwazeke min a din jî heye; jîngeha welatê xwe biparêzin."

Di dawiya gotara xwe de, Serokwezîr Barzanî careke din pîrozbahî li hemû aliyan kir.

 
Fly Erbil Advertisment