Mesrûr Barzanî: Bernameya me ew e ku sala bê tevahiya Kurdistanê bibe xwediyê kehrebeya 24 saetî

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, îro 27ê Cotmehê di kernevala bangeşeyê ya piştgiriya lîsta 275an de li Soranê, mizgîniya destpêkirina projeya "Ronakî" da xelkê deverê û ragihand ku dê ji roja Pêncşemê ve bibin xwedî kehrebeya 24 saetî.

Di gotara xwe de, Mesrûr Barzanî got: "Dixwazim vê mizgîniyê bidim xelkê Soranê; roja Pêncşemê ya vê hefteyê projeya 'Ronakî' li bajarê Soranê dikeve kar û hûn hemû dê bibin xwediyê kehrebeya 24 saetî."

Cîgirê Serokê PDKê herwiha plana berfirehtir a hikûmetê jî anî ziman û got: "Bernameya me heye ku sala bê tevahiya Kurdistanê bibe xwediyê kehrebeya 24 saetî." Herwiha destnîşan kir jî, ev pirsgirêkek e ku 30 sal in Iraq pê dinalî, lê wan karî çareser bikin.

Mesrûr Barzanî projeyên din ên xizmetguzariyê bi bîr xist û got: "Berî ku ez bêm vir, ez beşdarî vekirina Pira Bilind a Derwazeya Soranê bûm, ku beşek ji wan projeyên xizmetguzariyê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo we dike. Lê ji bîr nekin, ev hikûmet e ku PDK serpereştiya wê dike, ji ber wê xizmeta we dike."

Da zanîn jî, armanca van projeyan, weke avakirina rê û banan û jêrxaneya aborî, bilindkirina asta şaristaniyê li hemû deverên Kurdistanê û baştirkirina jiyara xelkê ye.

Mesrûr Barzanî got jî: "Tiştên ku me di Projeya 'Ronakî', Projeya 'Hejmara Min', projeyên avê û dîjîtalkirina xizmetguzariyan de kirine, hemû ji bo xizmeta welatiyan bûye."

Di Mijdara sala 2024an de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî projeya "Ronakî" ragihandibû. Piştre di Gulana îsal de, Encûmena Wezîran bi yekdengî biryar li ser nirxên nû yên kehrebeyê da.

Plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku bi rêya vê projeyê heta dawiya sala 2026an kehrebeya 24 saetî ji bo tevahiya Kurdistanê dabîn bike. Heya niha navendên bajarên Herêmê xwedî kehrebeya 24-demjimêrî ne û bi giştî 50% ji niştecihên Herêma Kurdistanê ji vê projeyê sûdmend bûne.

 
Fly Erbil Advertisment