Mesrûr Barzanî: Çiya şahidê xebat û qurbanîdana PDKê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, îro 27ê Cotmehê li Stadyuma Werzîşê ya Soranê beşdarî ahengeke mezin a cemawerî bû û banga piştgiriyê ji bo serxistina lîsta partiya xwe ya bi hejmara 275 kir.
Ahenga ku ji aliyê herdu liqên 10 û 26ê Gulanê yên PDKê ve hatibû organîzekirin, di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Iraqê de bû, ku biryar e roja 11ê meha bê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê birêve biçe.
Di destpêka gotara xwe de, Cîgirê Serokê PDKê tekezî li ser girîngiya beşdarbûna di hilbijartinan de kir û got: "Pêwîst e em beşdarî van hilbijartinan bibin, da ku xelkekî din li şûna me biryarê nede. Ji bo ku xwişk û birayên we, nûnerên we yên rastîn, dilsozên rêbaza PDK û Barzanî, karibin li eniya pêş a Parlamentoya Bexdayê berevaniyê li mafên we bikin."
Mesrûr Barzanî bang li cemawerê amadebûyî kir û wiha domand: "Ji ber vê yekê, divê em piştgiriya wan bikin û roja hilbijartinê, em bi xwe, malbat, dost û hevalên xwe biçin ser sindoqên dengdanê, da ku em serkeftina herî mezin ji bo lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê bi dest bixin."
Barzanî bal kişand ser awayê birêvebirina bangeşeyê û ji alîgirên partiya xwe xwest ku bi awayekî aram û şaristanî tevbigerin. Herwiha got: "Em bi rewişta bilind a partîtî û rêbaza bilind a Barzanî bangeşeyê dikin; bi hêminî, lê bi gavên saxlem, bi bawerî û bi pişta Xwedê, em bi dengê we ber bi serkeftinê ve diçin."
Cîgirê Serokê PDKê got jî: "Dema xelk we dibîne, hevalên PDKê dilxweş dibin û ez piştrast im ku nexwaz jî bi dîtina we bi temamî bêhêvî bûne. Berê jî biryara nexwazan ew bû ku me rawestînin, di hilbijartinên borî de me ji wan re got 'hûn nikarin', û niha jî em dibêjin 'hûn nikarin me rawestînin'. Vê carê gotina me ne tenê dirûşm e, me bi kiryaran selmandiye ku tiştê em dibêjin, em dikarin bikin û em ê bikin jî."
Di beşeke din a axaftina xwe de, Mesrûr Barzanî rola dîrokî ya PDKê bi bîr xist û got: "Xelkên din xwe ceribandine, we jî derfet daye hemû aliyên siyasî ku xwe biceribînin û bibînin ka dikarin çi destkeftiyan ji bo xelkê Kurdistanê bi dest bixin. Ez dikarim bi piştrastî rastiyekê ji we re bibêjim; her çi destkeftî hebe, bi serpereştiya PDK bidest ketiye. Ti aliyekî bêyî PDK nekarî ti destkeftiyekê ji bo vî gelî bi dest bixe."
Mesrûr Barzanî da zanîn jî, PDK niha li ser asta Kurdistanê bê rikaber e û partiya herî bihêz e û got: "Em dixwazin vê hêzê bibin Bexdayê û li wir berevaniyê li mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û tevahiya xelkê Iraqê bikin. Çiyayên vê deverê û yên Kurdistanê şahidê xebat û qurbanîdana PDK û Pêşmerge ne. PDK xwedî dîrokeke tijî serwerî û qurbanîdanê ye, xwedî hejbeyeke tijî destkeftî û proje ye, herwiha xwedî paşerojeke tijî hêvî û omîd e."
Mesrûr Barzanî got: "Em ji bo du armancan daxwaza baweriya welatiyan dikin: Yek, em dixwazin hûn berdewam bin li ser dayîna baweriyê bi me, da ku em jî di xizmeta we de berdewam bin. Duyem, em dixwazin dengê we ligel me be, da ku em berevaniyê li destkeftiyên xwe bikin. Em ne tenê sozan didin û tenê napeyivin; dema me soz da, me cîbicî kir û dema em axivîn, me bi cih anî. Dema me got em ê xizmeta we bikin, me kir. Niha jî pêwîst e em zêdetir xizmeta we bikin, lê ji bo ku em serkeftîtir bin, pêwîstiya me bi piştevaniya we heye."
Herwiha di gotara xwe de got: "Me berê soza xizmetkirina we û pêkanîna projeyan dabû we. Şoreşa avadaniyê ya PDKê dest pê kiriye. Kabîneyên li pey hev ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku PDK serpereştiya wan kiriye, kevirê bingehîn ê avadaniya Kurdistanê daniye. Em roj bi roj projeyên zêdetir ji bo we çêdikin. Tiştê ku em dikin ne minet e, em wê weke erka xwe dizanin û em şanaziyê bi xizmetkirina we dikin."
Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir û got: "Em dixwazin hêza PDK bibin Bexdayê û li wir berevaniyê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û yên tevahiya Iraqê bikin."
