Asayişê ji bo endamên dûrketî lêborînek ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi daxuyaniyekê ji bo gel û raya giştî, lêborîneke giştî ji bo sûcên revîn û dûrketina ji xizmetê ragihand. Armanca vê pêngavê xurtkirina hevgirtinê û parastina destkeftiyên şoreşê ye.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku qonaxa heyî, yekkirina hewldanan û parastina destkeftiyên şoreşa Sûriyê dixwaze, bi armanca rizgariya ji dîktatorî û terorê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî.
Fermandariyê da zanîn, civaka Sûriyê ji ber siyasetên sîstemên navendîparêz ji dema avabûna dewletê ve aramî nedîtiye û amaje kir ku şoreşa Sûriyê ya sala 2011an ji bo rûmet û azadiyê qonaxeke nû ya têkoşînê daye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku berî 11 salan hatine damezrandin, ne tenê saziyeke ewlehiyê bûye, belkû pabendiyeke exlaqî û niştimanî li hemberî prensîbên şoreşê nîşan daye û qurbanîdanên endamên xwe bilind nirxand.
Mercên Lêborînê
Di pêngaveke ku armanca wê vejandina ruhê berpirsiyariya niştimanî û xurtkirina saziyê ye, Fermandariya Giştî ev biryar ragihandin:
- Lêborîn ji bo sûcê revîn yan dûrketina ji xizmetê tê dayîn, bi mercê ku endamê reviyayî di nava 45 rojan de ji dîroka vê daxuyaniyê xwe radest bike. Dema ku xwe radest bike, dê li gorî rêgezan were pêşwazîkirin û zabiteke "xwe-radestkirin" were amadekirin.
- Mafê kesên ku ji kar hatine dûrxistin heye ku daxwaza vegerê li ser kar di nava refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bikin, eger dûrxistina wan ne ji ber biryareke dadgehê yan binpêkirina exlaqê giştî be.
- Li hemberî kesên ku di dema diyarkirî de xwe radest bikin, ti tedbîrên cezakirinê yan dîsîplînê nayên girtin.
Di dawiya daxuyaniyê de, Fermandariyê bang li hemû kesên ku berê di saziyê de xizmet kirine kir ku vegerin û tevlî vê pêvajoya nû bibin û tekez kir ku "parastina welat ne tenê bi çekan e, lê herwiha bi rêya dadwerî, aştî û hevgirtina gelan e."