18emîn Festîvala Navdewletî ya Şanoya Kolanan a Merîwanê dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Xula 18emîn a Festîvala Navdewletî ya Şanoya Kolanan a Merîwanê, bi kernevaleke mezin a şahiyê li kolanên bajêr dest pê kir. Di kernevalê de bi sedan hunermendên beşdar, komên muzîkê û xelkê Merîwanê bi cil û bergên rengîn ên Kurdî beşdar bûn û bi coş û kelecaneke mezin pêşwazî li destpêka festîvalê kirin.
Festîvala îsal bi beşdariya 43 komên şanoyê ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ligel 8 komên ji welatên biyanî birêve diçe. Li gorî berpirsên festîvalê, ji nav 209 komên ku serlêdan kiribûn, ev kom hatine hilbijartin.
Di roja yekem a festîvalê de, piştî kernevala şahiyê, yekemîn performansa şanoyê li Parka Şano ya bajêr dest pê kir. Mijarên şanonameyên îsal piranî li ser babetên civakî, pirsgirêkên rojane yên welatiyan û parastina jîngehê ne.
Yek ji hunermendên beşdar derbarê şanoya xwe de got: "Mijara şanoya me li ser mûşekekê ye ku dixwaze li qada lîstika zarokan biteqe, lê ba û ewr nahêlin. Peyama me ew e ku divê zarok di dema şer de bên parastin."
Festîvala Şanoya Kolanan a Merîwanê bi salan e ku bûye beşek ji çand û nasnameya bajêr û her sal bi hezaran kes ji bajarên derdorê ji bo temaşekirinê serdana Merîwanê dikin. Lêbelê, hinek welatî rexne dikin ku divê girîngiyeke zêdetir bi şanoya zarokan bê dayîn.
Mamosteyek ku her sal temaşevanê festîvalê ye, diyar kir: "Beşa şanoya zarokan gelekî kêm e û piraniya babetan ji bo mezinan in û ji bo temenê zarokan ne guncaw in."
Biryar e di nava çar rojên festîvalê de, komên beşdar bi giştî 106 caran şanonameyên xwe li çend cihên cuda yên bajêr, weke Parka Şano, Parka Millet û derdora Gola Zirêbarê pêşkêşî welatiyan bikin.
