Serokatiya ENKSê û Mezlûm Ebdî ji bo "Yekrêziya Kurdî" civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, bi armanca yekxistina helwesta Kurdî û gotûbêjkirina pêşeroja Sûriyeyê civiyan.
Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif ji Kurdistan24ê re ragihand, serokatiya ENKSê îro 26ê Nîsana 2026an bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re civîneke giring pêk anî. Civîn bi taybetî ji bo nirxandina peymana 29ê Çileya borî ya di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de û avakirina helwesteke hevbeş a Kurdî hat lidarxistin.
Feysel Yûsif da xuyakirin, di civînê de nîqaşên kûr hatin kirin, da ku rê li ber dubarebûna nakokî û şikestinên ku di peymanên berê yên navbera ENKS û PYDê de derketibûn, werin girtin. Hat diyarkirin ku ev civîn dê di rûniştinên pêş de jî berdewam bikin, da ku bigihîjin encameke pratîkî.
Di civînê de, serokatiya ENKSê tekezî li ser "Nêrîna Siyasî ya Hevbeş a Kurdî" kir, ku di Konferansa 26ê Nîsana 2025an de hatibû pejirandin. ENKS daxwaz dike ku ev fersenda niha bibe bingeha hevbeşiyeke rastîn a Kurdî.
Feysel Yûsif bal kişand ser giringiya nûnertiya gelê Kurd di hemû saziyên dewleta Sûriyeyê ya pêşerojê de; ji saziyên xizmetguzariyê û aboriyê bigire heta digihîje Encûmena Gel (Perleman).
Ev hevdîtin di demekê de pêk tê ku îro tam salek di ser "Konferansa Yekrêziya Kurdî" li Qamişlo re derbas dibe. Di wê konferansê de, aliyên Kurdî li ser pêkanîna "Şandeya Kurdî ya Hevbeş" li hev kiribûn. Armanca vê şandeyê ew bû ku bi navê hemû Kurdan li ser mafên neteweyî yên Kurd li Sûriyeyê, ligel rêveberiya Şamê gotûbêjan bike. Lê belê, piştî salekê ji avakirina wê şandeyê, rêveberiya Şamê hîn jî pêşwazî li vê şandeya hevbeş nekiriye.