Mesrûr Barzanî: Min Wezareta Tenduristiyê ji bo alîkariya birîndarên Kerkûkê raspart

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser bûyera trafîkê ya li Kerkûkê peyameke sersaxiyê belav kir û ragihand, wî Wezareta Tenduristiyê raspartiye da ku hemû îmkanan ji bo birîndaran seferber bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî îro 26ê Nîsanê piştî bûyera giran a trafîkê ya li bajarê Kerkûkê ku bû sedema mirin û birîndarbûna bi dehan kesan, peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: "Bi mixabinî ve îro di bûyereke diltezîn a trafîkê de li bajarê Kerkûkê, çendîn welatiyan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Ez sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbat û kesûkarên qurbaniyan dikim, hevparê xema wan im û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazim."

Herwiha di peyama Mesrûr Barzanî de hat: "Min Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar raspartine ku hemû alîkariyên tenduristî yên pêwîst pêşkêşî birîndaran bikin."

Êvara roja Yekşemê, 26ê Nîsana 2026an, li bajarê Kerkûkê barhilgireke ku bi lezeke pir zêde dihat, li rêzeya otomobîlên li pêşiya xwe xist. Li gorî amarên dawî yên ku gihîştine Kurdistan24ê, di bûyerê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, herwiha 24 kes birîndar bûne ku di nava wan de 3 Pêşmerge hene.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, wan bi Rêveberiya Tenduristiya Kerkûkê re peywendî daniye. Berzincî diyar kir, hemû nexweşxaneyên Hewlêrê, tîmên tenduristiyê, ambûlans û bankên xwînê di amadebaşiyê de ne.

Herwiha Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî amadehiya bajêr nîşan da û got: "Deriyên nexweşxaneyên Hewlêrê ji bo pêşwaziya birîndaran vekirî ne. Ji bo birîndaran û ji bo Kerkûkê her çi ji destê me were, em amade ne bikin."