Pêşangeha Wêneyan a Konferansa Zanistên Navdewletî ya ji bo Nasandina Jenosîda Gelê Kurd

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, îro 28ê Cotmehê li Dihokê, pêncemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya taybet bi Jenosîda Gelê Kurd li bajarê Dihokê dest pê kir û du rojan berdewam dibe.

Konferans di bin navê "Belgekirina Zanistî ya Tawanên Enfalê û Gorên Bikomî, ber bi Naskirina Navdewletî ya Jenosîda Gelê Kurd" ve tê lidarxistin. 

Armanca sereke ya konferansê komkirina belge û lêkolînên zanistî ye ji bo ku van tawanan li qada navdewletî weke jenosîd bidin naskirin.

 

 
Fly Erbil Advertisment