Xemis Xencer: Gelê Kurd bi ser hemû êşan de zal bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Siyade, Xemis Xencer îro 28ê Cotmehê, di roja yekem a Pêncemîn Konferansa Zanistî ya Navneteweyî ya Jenosîda Gelê Kurd de gotarek pêşkêş kir û ragihand, ew ji dîmenên jenosîdê gelekî êşiyaye û tekez kir ku gelê Kurd tevî hemû êş û azaran, xwedî ruhê tolhildanê nîne.
Xencer di gotara xwe de, ku bi amadebûna Serok Barzanî pêşkêş kir, got: "Ew vîdyo û wêneyên ku min ligel Serok Barzanî dîtin, gelekî ez êşandim. Min hest kir ku pêwîst e em gelek tiştan ji Enfalê, ji wê komkujiya ku li dijî gelê Kurd hatiye kirin, fêr bibin."
Herwiha amaje bi wê yekê kir ku şoreş baweriyê bi dozeke rewa ya ji bo azadiyê tînin, ne bi serkutkirin û komkujiyan û got: "Gelên zindî ew in ku li ser hemû êşên xwe biser dikevin û ev tiştê ku gelê Kurd kiriye ye."
Serokê Hevpeymaniya Siyade herwiha peyamek da dewletan û got: "Nabe welat di stemkarî, serkutkirin û destdirêjiya li ser gelê xwe de berdewam bin. Weke ku tê gotin, dadwerî bingeha desthilatê ye. Welat bi dadperwerî û lêborînê dimînin."
Xencer pesnê rewişta gelê Kurd da û got: "Tiştê ku ez ji gelê Kurd fêr bûm ew e ku vî gelê mezin ti hesteke tolhildanê li cem nîne, belkû gelekî lêborîner e û wan êşên xwe di oxira jiyanê de kirine qurbanî. Xwedê vî gelî pîroz bike."
Di dawiya axaftina xwe de, Xemis Xencer pesnê Serok Barzanî da û got: "Hedîseke Pêxember (silavên Xwedê lê bin) heye, dibêje 'Eger şivan baş be, kerî jî dê baş be'. Ev taybetmendî di Serok Barzanî de heye, înşellah dê hemû kes baş bibin."
