Bandora hişkesaliyê li Urmiyê zêde dibe: Asta bendavan kêm bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hişkesalî ku ev demeke dirêj e bandora xwe li ser parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê kiriye, gihiştiye asteke metirsîdar. Nebarîna baranê di du mehên payîzê de û kêmbûna asta avê di bendavan de, cotkar û baxvanên herêmê xistiye nava nîgeraniyeke mezin.

Li gorî dîmenên hatine tomarkirin, asta avê di gelek bendavên herêmê de bi awayekî berbiçav kêm bûye û beşek ji zeviyan bi temamî hişk bûne. Ev yek bûye sedem ku hikûmeta Îranê hin tedbîrên nû werbigire. Di nav van tedbîran de, çandina daran li derdora bendavan hatiye qedexekirin û herwiha ji baxvanan hatiye xwestin ku darên xwe yên berê çandine jî ji binî ve rakin.

Cotkar: "Em li ber karesatekê ne"

Qadir Mehdîzadek u cotkarekî herêmê ye, rewşê weke karesatekê binav dike û dibêje: "Ne tenê bendav, heta kaniyên li ser çiyayên bilind jî hişk bûne. Ev du meh in payîz e û baran nehatiye. Ji ber vê bêaviyê, ava bendavên me gelekî kêm bûne. Bendavên ku berê me nikarîbû em nêzîkî wan bibin, niha em dikarin bi pênc-şeş kîlometreyan tê de bimeşin."

Ew herwiha diyar dike ku ev rewş ziyaneke mezin digihîne çandinî û ajaldariyê û ji bo debara xwe gelekî nîgeran in.

Cotkarekî din, Zirar Heqdûst, rexneyan li desthilatdaran digire û dibêje: "Darên ku me li derdora bendavê çandibûn, dibêjin divê hûn rakin. Gelo nabe çareseriyek ji bo van cotkarên hejar bê dîtin? Em li van çiyayên dûr, bêyî av û bi van zehmetiyan dê çawa debara xwe bikin? Ev neheqiyeke mezin e li me tê kirin."

Plana Kêmkirina Bikaranîna Avê

Di demekê de ku cotkar nîgeran in, berpirsên parêzgehê dibêjin ku sektora çandiniyê para herî mezin a ava parêzgehê bikar tîne.

Berpirsê Çandiniyê yê Parêzgeha Urmiyê Mihemed Riza Esxerî ji medyaya Îranê re ragihandiye, 840 hezar hektar erdê çandiniyê li parêzgeha wan heye û salane 7 milyon ton berhem hildiberîne. Lewma, ew dixwazin reforman di şêwazên çandiniyê de bikin, da ku bikaranîna avê kêm bikin.

Ev rewşa hişkesaliyê ne tenê bandorê li ser çandiniyê dike, lê herwiha gefeke mezin li ser jîngeh û çavkaniyên avê yên tevahiya herêmê dixwe.

 

 

Fly Erbil Advertisment