Komîsyona Aştiyê ligel Wezîrên Dad û Derve dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya hewldanên ji bo pêvejoya aştiyê de, Komîsyona taybet a Parlamentoya Tirkiyeyê dê sibê pêşwaziyê li Wezîrê Derve Hakan Fidan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bike. Armanca civînê gotûbêjkirina pêngavên pêwîst ên yasayî û dîplomatîk e ji bo qonaxa nû ya prosesê.

Li gorî agahiyan, Komîsyona Lihevkirina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê, ku di parlamentoyê de bi taybetî ji bo pêvejoya aştiyê hatiye damezrandin, dê sibe 30î Cotmehê civîna xwe ya 16emîn pêk bîne.

Di beşa yekem a civînê de, dê mêvandariya Wezîrê Derve Hakan Fidan were kirin, ku tê payîn ew aliyê dîplomatîk ê prosesê ji endamên komîsyonê re rave bike. Di beşa duyem de jî, Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç dê beşdar bibe û hûrgiliyên derbarê pêngavên yasayî yên pêwîst de bixe rojevê.

Herdu wezîr dê nêrînên wezaretên xwe yên derbarê qonaxên herî dawî yên prosesê de pêşkêş bikin û piştre bersiva pirsên endamên komîsyonê bidin.

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç derbarê civînê de ragihandibû, "dê gaveke berbiçav ji aliyê komîsyona parlamentoyê ve were avêtin û ew wekî Wezareta Dadê, dê di civînê de gavên yasayî yên pêwîst ên girêdayî prosesê gotûbêj bikin."

 
Fly Erbil Advertisment