Mesrûr Barzanî: Em Kurdistanê bi nermî ava dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di merasîma destpêkirina Projeya Kembera Kesk a Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û tekezî li ser girîngiya dîrokî ya projeyê ji bo nifşên pêşerojê û avadaniya Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 30î Cotmehê di destpêka axaftina xwe de, kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ez gelek bextewar im ku bi we re me, di vê roja girîng û dîrokî de ku bi rastî ji bo nifşên pêşerojê û ji bo avadaniya îro ya Kurdistanê gelekî girîng e."

"Bi nermî û hêminî ava dikin"

Serokwezîr Barzanî bi gotineke Mewlana Celaledînê Rûmî behsa felsefeya karê hikûmetê kir û wiha axivî: "Mewlana Celaledînê Rûmî dibêje, 'Gul ji ber baranê şîn dibe, ne bi dengê ewr û birûskê'. Em jî dê bi nermî û hêminî di avakirina Kurdistanê de berdewam bin."

Mesrûr Barzanî bi taybetî spasiya dost û pisporên Yewnanî kir ku di destpêkirina projeyê de alîkarî kirine û got: "Ez spasiya dost û pisporên Yewnanî dikim ku îro li vir amade ne û alîkariya me kirin di destpêkirina vê projeyê de, bi taybetî di warê çandina dara zeytûnê de."

Herwiha amaje bi girîngiya dîrokî ya dara zeytûnê ji bo herêmê kir û got: "Berî demekê, ez bi wan re rûniştim û ji min re gotin ku çavkaniya dara zeytûnê ji van deveran e. Vegera dara zeytûnê bo van cihan, bi serê xwe xwedî wateyeke mezin e. Hem berhemeke bi xêr û bereket e, hem jî em dikarin gelek sûdê jê werbigirin ji bo avakirina Kembera Kesk a Hewlêrê."

Derfetên Kar ji bo Ciwanan

Serokwezîr Barzanî tekezî li ser feydeyên aborî yên projeyê kir û ragihand ku Projeya Kembera Kesk a Hewlêrê dê gelek derfetên kar ji bo ciwanan biafirîne.

Barzanî got: "Dostên me soz dane me ku ew ciwanên dixwazin di projeyê de kar bikin, dê bên perwerdekirin da ku bi awayekî herî baş karibin projeyê birêve bibin."

Bandora li ser Jîngeh û Keşûhewayê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser bandora erênî ya projeyê li ser jîngehê û got: "Proje dê bandoreke gelek mezin li ser keşûhewaya Hewlêrê bike. Ji aliyekî ve, bi mijîna duoksîda karbonê û vegerandina oksîjenê ji bo bajarê Hewlêrê û derdora wê re, dikare jîngeheke saxlemtir, hewayeke paqijtir û jiyaneke baştir pêşkêşî welatiyan bike."

 
 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment