HSDê bi piştevaniya Hevpeymanan operasyoneke ewlehiyê da destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokrat (HSD), bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî, berbanga îro 1ê Mijdarê li bajarê Reqayê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê dest bi operasyoneke berfireh a ewlehiyê kir. Operasyon di demekê de tê ku di hefteyên dawî de êrîşên şaneyên DAIŞê li herêmê zêde bûne.
Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, operasyon bi awayekî koordînekirî û bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî birêve diçe.
Li gor daxuyaniyê, ev pêngav di çarçoveya "mîsyona domdar a şerê li dijî terorê heta tunekirina wê ya bi temamî" de tê avêtin.
HSDê destnîşan kir ku piştî bidawîbûna operasyonê û kontrolkirina cihên gumanbaran, dê agahiyên berfirehtir derbarê encaman de bi raya giştî re parve bike.
Ev operasyon di demekê de tê ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka meha Cotmehê ve çalakiyên şaneyên DAIŞê bi awayekî berbiçav zêde bûne. Hate ragihandin ku tenê di meha borî de rêxistinê 16 êrîş pêk anîne, ku di encama wan de welatiyên sivîl û endamên hêzên ewlehiyê bûne qurbanî.
