HSD: 5 endamên DAIŞê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragihand, di operasyoneke hevbeş de bi Hevpeymaniya Navdewletî re, li gundewarê Reqayê şaneyeke terorîst a DAIŞê têk birine û 5 endamên wê girtine. 

Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDê, operasyon berbanga îro 1ê Mijdarê li bajarokê Til El Semin ê bakurê Reqayê pêk hat. 

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, di encama operasyonê de 5 terorîstên DAIŞê hatin girtin, ku di nav wan de 3 serçete hene. Van serçeteyan di plankirin û pêkanîna êrîşan li dijî xalên leşkerî û saziyên Rêveberiya Xweser de rol lîstine. 

HSDê tekez kir, ev operasyona serkeftî encama "hemahengiya bilind" a di navbera yekîneyên wan û Hevpeymaniya Navdewletî de ye. Herwiha soza xwe dubare kir ku operasyonên wan ên li dijî şaneyên DAIŞê dê bidomin heta ku ewlehiya herêmê bi temamî were misogerkirin. 

 
Fly Erbil Advertisment