Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê serdana Iraqê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ji bo çend mijarên cuda cuda serdana Iraqê dike, ku ya herî girîng pêvajoya nû ya aştiyê ye.
Medyaya Tirkiyeyê ragihandiye ku, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan sibe (Yekşem, 2ê Mijdara 2025ê) serdana Bexdayê dike û ji aliyê hevtayê xwe yê Iraqî Fuad Hisên ve tê pêşwazîkirin.
Her li gorî wê çavkaniyê, di wê serdanê de têkiliyên dualî û pêşketinên deverê dê bên nîqaşkirin. Herwesa tê payîn ku, Fidan dê bi rayedarên payebilind ên Iraqê re jî hevdîtinên dualî bike.
Medyaya Tirkiyeyê amaje jî daye ku, pêvajoya nû ya aştiyê, berdewamiya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, hilbijartinên bên ên parlementoya Iraqê û pirsgirêkên avê jî dê mijarên civînên Fidan ên bi rayedarên Bexdayê re bin.
Serdana dawiyê ya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan ji bo Bexdayê li roja 26ê Berçileya 2026ê bû.
