Serokê Zanîngeha Selahedînê: K24 bûye platformeke bibandor ji bo hemû beşên civakê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Zanîngeha Selahedînê Prof. Dr. Kameran Yûnis Mihemed Emîn, bi boneya 10emîn salvegera damezrandina Kurdistan24ê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî rêveberiya giştî û karmendên kanalê kir. 

Di peyama xwe de, Prof. Dr. Kamaran Yûnis germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rêveberê giştî û karmendan kir û hêviya serkeftin û berdewamiya wan xwest.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku "Kurdistan24 weke dezgeheke akademîk kar kiriye û bûye platformeke bi bandor ji bo hemû beşên civakê."

Dezgeha Kurdistan24ê di 31ê Cotmeha 2015an de dest bi kar kir û duh 31ê Cotmeha 2025an, 10 sal di ser damezrandina wê re derbas bûn. Ev dezgeh, bi nêrîneke niştimanperwerane û bi pîşeyîbûneke bilind, nûçe û zanyariyên herî rast û durist pêşkêşî wergiran dike.

Dezgeha Kurdistan24ê ji bo Lêkolîn û Ragihandinê, navendeke medyayî ya bêalî û pîşeyî ye ku berhemeke medyayî ya kurt û bi kalîte pêşkêşî bîner, guhdar û xwînerên xwe dike. 

Kurdistan24 agahiyên rast û durist bi rêya tora xwe ya medyayî ya birêxistinkirî: radyo, televîzyon û malperê bi zimanên Kurdî (Kurmancî û Soranî), Îngilîzî, Erebî, Tirkî û Farisî digihîne wergirên xwe li Kurdistan, herêm û cîhanê.

 
 
Fly Erbil Advertisment