Keleha Nizarkê: Ji zîndana eşkenceyê dibe mûzexaneya bîranîna neteweyî

Navenda Nûçeyan (K24) – Keleha Nizarkê li Dihokê, ku di serdema rejîma Beisê de weke zindan û navendeke eşkenceyê ya bi nav û deng dihat naskirin, niha di projeyeke mezin a nûjenkirinê de ye, da ku bibe mûzexaneyeke neteweyî ya bîranînê. Armanca projeyê parastina dîroka tarî ya vê derê û bibîranîna qurbaniyên komkujiya Enfalê û tawanên din ên li dijî gelê Kurd e.

Keleh, ku derdora sala 1988an de ji aliyê rejîma Beisê ve hatiye avakirin û rûberekî wê 36,000 metre çargoşe ye, weke navendekê ji bo girtin û eşkencekirina bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurd, bi taybetî di dema jenosîda Enfalê de, dihat bikaranîn.

Karên nûjenkirinê yên projeyê didomin û qonaxa duyemîn %95 temam bûye. Bûdceya giştî ya ku ji bo her du qonaxan hatiye veqetandin nêzîkî 900 milyon dînarê Iraqî ye. 

Armanca sereke ya nûjenkirinê ne jêbirina rabirdûyê ye, belkî zindîhiştina wê ye. Hewl tê dayîn ku dîwarên resen bi hûrgilî werin parastin, di nav de ew nivîs û kolanên ku ji aliyê girtiyan ve hatine hiştin, weke îfadeya berxwedan û êşê.

Berdevkê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Dihokê Hesen Fetah ji peyamnêrê K24ê re ragihand, ev mûzexane dê weke "mûzexaneyeke civakî ya nimûneyî" be û taybet be ji bo parastina bîranîna Kurd. 

Fetah got: "Hemû kelûpel, bîranîn û nexweşiyên Enfalê dê li vir ji bo nîşandanê werin komkirin." Herwiha piştrast kir ku mûzexane dê belgeyên komkujiya Enfalê, kimyabaranê û karesata Şingalê jî nîşan bide.

Rêveberên projeyê giringiyeke mezin didin hevsengiya di navbera parastina dîrokî û pêdiviyên mûzexaneyeke nûjen de. Ebdulqadir Mihemed, serperiştiyarê projeyê, hûrgiliyên teknîkî anî ziman: "Ew dîwarên ku nivîs û îfadeyên girtiyan, qurbaniyên rejîma Beisê, li ser in, bi bikaranîna boyaxa plastîkî ya taybet hatine parastin."

Projeya nûjenkirinê avakirina dîwarê parêzvanî yê derve, nûjenkirina dewrûberê, û danîna pencereyên cam bi şêweyekî klasîk li xwe digire da ku atmosfera hucre û odeyên berê yên zindanê were parastin. Platform û holên pêşandanê tên amadekirin da ku kelûpel, belgeyên wênesazî û dîrokî yên ku çîrokên bi êş ên girtiyan û dîroka zordestiya rejîma Baasê vedibêjin, tê de werin bicîkirin.

 
Fly Erbil Advertisment