Mezlûm Ebdî di Roja Kobanê de: Hevgirtina navneteweyî bû sedema têkçûna DAIŞê

Navenda Nûçeyan (K24) –  Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) Mezlûm Ebdî, bi boneya 1ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya Piştgiriya bi Kobanê re, peyamek li ser platforma "X" belav kir. Ebdî di peyama xwe de qurbanî û fedekariyên mezin ên di berxwedana dîrokî de hatin dayîn bibîr anî û tekezî li ser rola hevgirtina navneteweyî kir ku bû "sembola yekîtiya mirovahiyê li hember tarîtî û tundrewiyê."

Mezlûm Ebdî di peyama xwe de, got: "Di Roja Cîhanî ya Hevgirtinê ya bi Berxwedana Kobanê re li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê, em fedekariyên mezin ên ku şervanên me û gelê me ji bo parastina bajarê xwe û mirovahiyê bi giştî dan, bi bîr tînin. Herwiha em hevgirtina cîhanî û piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ya ji bo hêzên me di wî şerî de, û her kesê ku di wan rojên dijwar de li gel me sekinî, bi bîr tînin."

Ebdî rola vê piştgiriyê destnîşan kir û wiha domand: "Ew hevgirtin rê da me ku em rêxistinê li bajarê xwe têk bibin û ber bi bidawîkirina xîlafeta wê ya sexte ve biçin û pêşerojeke baştir ji bo hemû Sûriyan ava bikin."

Di 1ê Mijdara 2014an de, dema ku şerekî dijwar li Kobanê di navbera şervanên Kurd û terorîstên DAIŞê de diqewimî, gelên cîhanê ji bo piştgiriya berxwedanê rabûn ser piyan. Bi milyonan xwepêşander ji netewe, ol û baweriyên cuda li 30 welatên cîhanê, di bin dirûşma "Seferberiya cîhanî ji bo Kobanê û mirovahiyê li dijî DAIŞê" de daketin qadan. Ji wê rojê ve, 1ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Piştgiriya bi Kobanê re tê bibîranîn.

Rêxistina terorîst a DAIŞê di Tebaxa 2014an de êrîşeke berfireh li ser Kobanê dabû destpêkirin. Piştî berxwedaneke dîrokî ya ku bi mehan dom kir, bajarê Kobanê di dawiya Çileya 2015an de ji aliyê şervanên Kurd û Pêşmerge ve û bi piştgiriya êrîşên asmanî yên Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê ve bi temamî hate rizgarkirin.

Serkeftina li Kobanê di şerê li dijî rêxistinê de, bû werçerxaneke stratejîk û sembolîk a mezin, ku rê li ber belavbûna DAIŞê li Bakurê Sûriyeyê girt û bû destpêka têkçûna wê ya bi yekcarî.

 
Fly Erbil Advertisment